Elmanya durûtiyê dike

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 3 Îlon 2022 - 05:35

MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG

 

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê Kurd jî tevî meşa Aştiyê ya pêr bûn. Di meşa bi pêşengiya Foruma Aştiyê ya Hamburgê de Kurdan wêneyên şehîd Hakan Arslan jî hilgirtin, yên ku cenazeyê wî piştî şehîdbûna wî bi 7 salan di kîsekî de dan est bavê wî. Kurdan bi belavok, axaftin û pankartên xwe da zanîn ku dîktatorê Tirk Erdogan şerekî topyekûn li dijî Kurdan ragihandiye û vê jî bi desteke dewletên rojavayî dike. Parlamenterê Hamburgê yê serbixwe Mehmet Yildiz, parlamenterê federal ê Partiya Çep Zaklin Nastiç û şairê Kurd Salih Farqîn jî tevlî meşê bûn. 

Mehmet Yildiz ev qederê 30 salan e li Elmanyayê dimîne û ji me re dibêje, “Mirov ji bo berjewendiyên împeryalîstan tên qetilkirin. Her mirovê xwedî bi wicdan, ji bo erkek e ku li ber vê yekê rabe.” 

Dengê xwe li kujerên Kurdan nakin

Parlamenterê federal ê ji Partiya Çep ê bi eslê xwe ji Lehistanê Zaklin Nastiç jî bi bîr dixe ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Elmanyaya Naziyan welatê wî Lehistan dagirkiribû û wiha peyivî: “Bi hezaran Lehistaniyê ji bo parastina welatê xwe canê xwe ji dest da. Îro li Ukraynayê, Kurdistanê, Sûrî, Yemen, Somalî axir bi giştî li 200 welatên dinyayê şer dewam dike. Divê firotina sîlehan teqez bê qedexekirin. Di şerên li Kurdistan û Sûrî de bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Lê dewleta Elman dengê xwe li dijî şerê li Ukraynayê derdixe, li ber şerê li dijî Kurdistanê û ji bo mirovên tên kuştin, dengê xwe nake. Ev durûtî ye.”

Aştî mafê me ye

Şair Salih Farqîn ev 4 sal in li Emanyayê penaber e. Ew jî dibêje, “Ez bawer dikim aştî hêvî ye. Kurd jî ji her kesî bêhtir aştiyê heq dikin. Li welatê me ev bêhtirî 40 salan e şerekî neheq heye. Dewleta Tirk mirovan qetil dike, xwezayê xira dike, û destketiyên miletê Kurdistanê hemû tên desteserkirin. Dewletên rojavayî ji bo berjewendiyên xwe destekê didin Erdogan û dibin amûra van sûcên li dijî mirovahiyê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.