OSMAN KAPAN
Dem hene wekî stêrkan dibiriqînin û zû vedimirin.Dema ku biriqî meriv çi bigire ew e.Lewra dema vemirî dibe ku piştî sed salî careke din ne biriqîne.
Îca di dîroka gelan de jî demên welê hene.Ango piştî qeyranên giran,guhertinên civakî derdikevin holê.Pirr ê caran ev guhertin bi darê zorê têne kirin,bes pirr ê caran yên diguherin û yên têne guhertin jî di heman riyê de di meşin, heya digihine ser textê xerabî yê! Kurt û kurmancî piştî demeke ne dirêj yên di guherin,dikevin şuna yên hatî guhertin de.Lewra hêza artêş û aborî yê dikeve destê wan de.
Ev demên dîrokî bi lêz tên,bi lez diçin. Di wê demê de kî dereng bimîne, an jî demê baş aanlîz neke, ew dê bibin wendakerê demê.Ango sed salî wenda dikin.Îca niha ne sed sal,salek-du sal jî pirr in.Lewra em di dema teknîka zirav de ne.bişaftin,ji xwe dûr ketin,ji girêdana bi nîrxan ve dûr ketin roj bi roj e.tekakesayetî li lutkeyê ye.Jehra kapîtalîst modernîte yê zû bandor dike…
Di serdemeke weha de dîrokê barekî bi rûmet danî ye ser milê me.Lewra em Kûrd îro ne ji xwe tenê,di serî de ji gelên ku em bi hev re dijîn,gelên Rojhita navîn û ji gellên pêşverû yê cîhanê jî berpirsiyarin.Belayeke wekî daîşê kete stuyê me, berterafkirina wê ji bo me bû rûmet,ji bona gelan,bi taybet ji bona jinan bû hêvîya dahatê.Îca niha çavê dinê li Tevgera Aazdiya Kurdîstanê ye.Lewra di guhertina Rojhilatanavîn de,bi taybet jî niha li surî xwdî mîsyon û roleke dîyarker e.Guhertina surî dê bibe neynik.Ji ber ku surî pirr milet,pirr ol û pirr mezheb e.Ango mozaiqe.Em karin bêjin prototîpa Rojhilatanavîn e.
Îro dînamîka ku karibe ji hêla demokrasîyê ve pêşikvaniyê bike,li ser hîmê paradîgmaya Rêber Apo Tevgera Azadîya Kurgîstanê ye.ev yek jî îro ji hêla gelek zanyaran ve jî tê stîvandin.Ji xwe bi şoreşa Rojava jî ev yek hatîye peyt kirin.Êdî peytên Rêber Apo, bêyî hemdê wan jî be ji hêla hegemonên kapîtalîst modernîiteyê ve jî têne pejirandin.Lewra tişta berî niha bi dihên salan Rêber Apo gotî, niha şênber dibin.Rêber Apo di parêznameya 4 de dibêje;“ Di çaryeka vê sedsalê de guhertinên pirr girîng dê di pergalan de derkevin holê…“ Va em nû ketin wê demê de û buyer li ber çav in.Dem ew dem e.
Di Rojhilatanavîn de tevgera sekuler,afirîner û alîgirê wekhevîya gelan tenê Tevgera Azadî ya Kurdîsanê ye, hem ji hêla afirêneriya fikrî,hem ji hêla çekdarî û bi rêbazên bi rêxistinkirinê ve bala her kesî dikişîne û ji hêla her kesî ve hatîye pejirandîn.Ji ber wê hegemon ji mecbûrî ,ango ku ji wan re tu rê nemaye pêre têkiliyê datînin.Helbet pirrnî yen van têkiliyan ji bona ku tevgerê bikişînin ser xeta xwe ye.Bes tevger ji her hêlê ve ji xwe bawer û xwedî ezmune…
Vê hêzê welê kir ku desthilatdarîya akp û mhp deste (heyet) rêkirin ba rêber Apo.Rêber Apo wekî her car bi xwe, Tevger û gelê xwe bawer got:” Hêza min a çareserî yê heye…Îca divê em vê baş bizanibin,sedemê ku ew mihtêcî Rêber Apo kirin hemleya;” ji Kurdîstanê re statu, fizîkî azadî ya Rêber Apo…”bû.Lewra Tevgera azadî yê ji gêrîla bigire,heya dîlên azadî yê bi berxwedaneke bê hempa,fedayî li dora Rêber Apo bûne xelek,gelê Kurd û dostên wan li Kurdîstanê,Awrupa û hemû cîhanê bi çalekîyên xwe destek dane pêvajoyê. Desthilatdarîya akp û mhp jî dît ku bi hemû deftên xwe,ligel hevkarên xwe jî nikare Tevgera azadîyê tek bibe,heta dît ku ew bê çare dimînin.Îca bêyî hemdê xwe bi lez û bez xwe avêtin tor û bextê Rêber Apo de.
Belê her çiqasî behsa pêvajoyê dikin jî,bê cidîyetin,li Rojava û tevgerê gefan dikin û dixwazin mijulahîyê bikin.Lêbelê piştî ketina rejîma Esad,pêvajoya dîzayn kirina Rojhilata navîn dê bi lez bibe.Ji bona wê divê bi lez gavên şênber werin avêtin û desthilatdarî cidî be, divê rojnamegerê partîzan bêne bêdengkirin.Hîn arguman û têgehên berê bi kar tînin.Ya din hemîn win dixwazîn pêvajoyeke nû bidine destpêkirin û samîmî bin,di Sert û mercan de yên ku xwedî yê mislahetê ne divê wek hev bin.We Rêber Apo muhetap girtiye,wê demê divê demildest werê berdan û bi her alî re bikaribe bide û bistîne.Rêber Apo û tevgera gelê Kurd bi xwe bawere,ku win jî bi xe bawer,samîmî û ne li pey fen û futa bin,demildest Rêber Apo berdin,da bawerî ya me bi we werê.
Guhertin dê zû bibin,dem ne dema mijulahîyê ye.Roj û dem li benda me namîne,çi dibe bila bibe divê pêvajo zû bi gavên şenber mîsoger bibe.Lewra niha konjektora heyî derfetên destkeftiyên mezin dide Kurdan û ev demeke dîrokî ye.Ku em vê demê baş bi kar neynin û zû bi encam nekin,dibe ku konjektor werê guhertin.Dibe ku sibê em dereng bimînin…