- Komeleya Wêjekarên Kurd, atolyeyên xwe yên wêjeyê li avahiya xwe ya navçeya Baxlera Amedê li dar dixe.
Komeleya Wêjekarên Kurd, atolyeyên xwe yên wêjeyê li avahiya xwe ya navçeya Baxlera Amedê li dar dixe. Di atolyaya sêyem de nivîskar Xece Şen, mijara "Di wêjeyê de zayendiya civakî û zayendperestî" pêşkêş kir. Di atolyeyê de nivîskar û wêjevan jî amade bûn.
Xece Şen di pirtûkan de gotinên zayendperestiyê û gotinên pêşiyan ên zayendperest ku derheqê jinan de hatine gotin, nirxandin. Şen wiha behsa wan gotinên zayendperest kir: "Porê dirêj aqilê sivik. Bi vî rengî gelek gotinên zayendperestiyê hene. Ew ne çandeke ronakbîriyê ye. Her gotina pêşiyan jî ne çanda me ye. Hin çand û gotinên ku desthilatdaran li ser me ava kirine jî hene. Lê dema em bala xwe didin dîrokê û lê dinihêrin, em dibînin ku di civaka Kurdan de zayendperestî tine ye.”
Şen got, van gotinên zayendperestiyê li ser wêjeyê jî tesîra xwe çêkirine: "Di wêjeyê de jî gelek pêyvên zayendî hene. Di gelek helbestên Kurdî de heqaret li jinan tê kirin. Divê pêyvên zayendî êdî neyên nivîsandin. Divê tiştên baş em biparizên yên xirab jî bavêjin."
Atolye bi pirs û bersivan û niqaşan bi dawî bû.
MA/AMED