• Hêlîn Çelîk: Rojhilata Navîn tenê di warê jiyana rojane de bi şidetê re rû bû rû nîne, her wiha di warê vegotinên sînemayê de jî şideteke mezin heye tu ji min bipirsî. Yanî dema mirov behsa hin meseleyan kir divê mirov bi riya sînemayê ji nû ve şidetê ava neke. Divê ew kesên ku şidet li wan bûye, bi riya sînemayê careke din ew tişt neyê serê wan û nebin mexdûr.

ARDÎN DÎREN

 

Sînemavana jin Hêlîn Çelîk sala 1991’ê li Amedê ji dayik bûye. Lê malbata wê koçî paytexta Awusturyayê Viyanayê kiriye û wê li wir xwendiye. Hêlîn bi çend dsîplînên cuda yên hunerî re mijûl e. Ew weke terapîsta hunerî jî tê naskirin. Ew di warê wêje, şano û medyaya dijîtal de perwerde bûye û herî dawî rêya wê ketiye ser çêkirina belgefilman. Li erdnîgariyên cuda, dikeve pey berxwedanên jinan û bi nihêrîneke civakî-polîtîk serpêhatiyên wan dinirxîne. Dema ew vî karî dike rêzimanekî nû yê sînemayê jî diceribîne û şêwaza sînematografiya xwe jî li gorî serpêhatiyên kesên ku dike mijara belgefilmên xwe, diyar dike. Wê beriya niha belgefilma bi navê “What the Wind Took Away” (Tişta ku bê bi xwe re bir) çêkiribû û niha jî bi belgefilma xwe ya nû ya bi navê “Anqa” (2023) derdikeve hemberî temaşevanan. Belgefilma wê îsal li Berlînale di beşa forumê de jî hate nîşandan.

Em bi Hêlîn Çelîk re derheqê belgefilma wê “Anqa”yê de peyivîn.  

 

Riya te çawa ber bi Urdinê ket û serpêhtiyên jinên li wir çima bala te kişandin?

Sala 2014’an, demeke dirêj ez li Filistînê mam. Li wir jî ez bi jinan re di warê sînemayê de xebitîm. Lê piştî demekê Îsraîlê nexwest ez li wir bimînim û min jî bi hin welatên din re têkilî çêkirin. Min dixwest li wê erdnîgariyê bimînim û her wiha çandên li wir baştir nas bikim. Bi vî awayî riya min kete ber bi Urdinê ve. Çend caran ez çûm û hatim. Li Urdinê jî gelek Filistînî hene. Li wir jî dîsa bi karê şano û sînemayê re mijûl bûm. Hingê, bêhtir li ser terapiya hunerî disekinîm û jixwe, ev yek karê min yê profesyonel bû. Dema ez li wir bi karê hunerî re mijûl dibûm, min bihîst ku li Emmanê hepseke bi navê “El Jwaideh” heye. Ev heps ji bo jinan hatiye çêkirin û ji xeynî vê hepsê, hepsên jinan tine ne li Urdinê. Ji ber ku ez bi karê terapiya hunerî re mijûl dibûm, min xwest destûrê bigirim da ku em bikevin hundirê hepsê. Lê destûr nedan min. Urdin li ber welatên Ereb yên din hinekî cuda ye, ew ji lîberalîzmê hez dikin û xeteke wan a siyasî a ku naşibe welatên cîranê wan heye. Yanî li welatên dora wan şer heye lê rewşa Urdinê hinekî din stabîlîzetir e. Di warê polîtîka û huner de mijûlahî gelek kêm e. Piştî ku destûr nedan min, rika min zêdetir bû û derbarê “Hepsa Jwaideh” de xebitîm. Piştî hin lêkolînan, ez fêr bûm ku jinên li wir tên girtin, gelek ji wan bê sûc in. Helbet ên ku sûcê wan hebûn jî li wir dihatin girtin. Ez bi hin rojnamevan û parezerên Urdinî re axivîm wan got, sûcên li vir bêhtir bi meseleya “namûs”ê ve girêdayî ne. Li wir qanûneke wiha heye, yanî kesek beriya sûcekî bike, heger şik û guman li ser çêbibin, dewlet dikare wan bigire û bêyî dadgeh bike, têxe hepsê. Lê ji bo jinan ev balkêştir e. Dema jin giliyê mêrên ku gefan li wan dixwin dikin, polês ji dêvla mêran bigirin bavêjin hepsê, bi hinceta parastinê, jinan dixin hepsê. Ecêbeke wiha pêk tê. Ji vê qanûnê re dibêjin “Protective low” (qanûna parastinê) û bi vî awayî hinek ji van jinan bi salan, bêyî ku sûcek kiribin di hepsê de dimînin. Dema min ev bihîst, pirr di bin tesîra wê de mam.”

 

Di belgefilma “Anqa” de tu sê portreyên jin ên ku trawmayên wan çêbûne, derdixî pêşberî temaşevanan. Te ev jin çawa nas kirin?

Ji bo belgefilma “Anqa” qederê 6 salan ez xebitîm û min lêkolîn kirin. Tiştekî pirr zehmet bû çêkirina filmekî di vî warî de. Dewletê jî gelek astengî çêkirin. Piştî min xwest têkevim hepsê û destûr nedan, vê carê min berê xwe da gundan. Ez çûm gundên piçûk ên dûrî deveran. Hman pirsgirêkên jinên li vir jî hebûn, lê ji ber ku ditirsiyan serî li saziyên dewletê nedidan û bêdeng diman. Yanî wan gelek tade didît û gef li wan dihat xwarin bi kuştinê, lê dîsa jî newêribûn ji polêsan re behsa vê yekê bikin. Ji ber ku wan xwe vedişart, dîtina wan gelekî zehmet bû. Pêşî min 10 jin dîtin û bi wan re peyivîm. Herî dawî min biryara van her sê jinan da û di belgefilmê de jî cih didim sê portreyên jinan. Mêrê yekê ji wan, çavê wê kor kirine, hîna jî bi mirinê re rû bi rû ye û dibe ku tiştek were serê wê jî. 

 

Ev mijar bi riya belgefilman gelek caran tên îstîsmarkirin. Te xwe ji vê xefika îstismarê çawa parast?

Her tim min dixwest di warê belgefilmê de hin tiştên nû biceribînim û zimanên cuda ava bikim. Bi nihêrînên cuda, dûrî zimanê medyaya serdest, min xwest hin qaliban bişikînim. Ez di belgefilmê de li tiştên “fiction” nagerim. Kesên rast û bûyerên rasteqîn bêhtir bala min dikişînin. Hingê jî di warê estetîk û polîtîk de jî berpirsyariyeke min çêdibe û divê miqateyê vê yekê bim. Dema ez li ser terapiya hunerî hûr bûm, trawma mijara min a sereke bû. Nexasim li ser trawmayan sekinîm. Her wiha di dema çêkirina belgefilman de jî ev nêzîkatiya min ya li hember trawmayan bû alîkar ji min re. Ji bo ew biaxivin min zor neda wan û min ew qaneh nekir. Ji ber ku min ev tişt nekir, belkî jî wan dilê xwe ji min re vekir. Mixabin di vî warî de, nexasim di çêkirina belgefilman de hestên insanan tên mêhtin û bi zorê hin kesan didin axaftin. Ev şêwazeke ne rast e û dûrî min e. Lê hinek çêkerên belgefilman dixwazin zû bi zû belgefilmekê çêkin û etîk tevnagerin. Di vir de divê em behsa hiyerarşiya hêzê bikin. Em hunermend mixabin li hember van kesan bê xîret in! Gelek caran bi nêzîkatiyên xwe em wan diêşînin û ji xeynî xwesteka me, ti tişt ne xema me ye. Ji bo belgefilma xwe bibêjim, me weke rojnemavanan yan jî çêkerên belgefilman pirs nepirsîn û her wiha em ne li benda bersivan bûn jî. Kêliya em diaxivîn, hest çi bin me ew tişt qeyd dikir. Bêhtir em li ser tevger, awir û nihêrînên wan sekinîn. 

 

Di belgefilmên bi vî rengî de avakirina têkiliyên dilsoz zahmet e. Wan jinan çawa wisa bi rehetî deriyê xwe li we vekir?

Ez serê pêşî, weke insan nêzî wan bûm û vê jî dilsoziyek di navbera me de ava kir. Rewşa ku tê de ne, bi rastî jî rewşeke dijwar e. Mirov nikare xeyal jî bike. Şideteke ku tim dewam dike heye, şideteke baviksalar. Helbet ew dixwazin ev sîstem biguhere. Yanî ez nebûm dengê wan, jidil jî wan xwest biaxivin û haya wan ji her tiştî heye. Yanî ti carî min ji wan re negot, biaxivin da ku dinya dengê we bibîhize. Lê wan dixwest dîroka serpêhatiya jinan biguhere û ji ber wê jî axivîn. Ji lewma kes li serpêhatiya wan guhdarî nake û tiştên tên serê wan jî êdî ji rêzê ne ji bo civakê. Lê ew naxwazin heman tişt bê serê zarokên wan jî. Ji bo van jinên ku di belgefilmê de cih girtine, bibêjim, helbet li ser wan zilm hebû û dixwestin behsa wê bikin. Lê li derveyî van tiştan, wan bi awayekî psîkolojîk û insanî xwest xwe rehet bikin. Ji ber ku neaxivîbûn, xwe bê hêz didîtin. Bi saya axaftinê, ev giranî ji ser xwe avêtin û axaftinê hêz da wan. 

Helbet bawerî jî girîng e. Min ekîba xwe di nav 6 salan de ava kir. Ekîba min ji sedî 80, jin bû. Tenê sêwirmendên dengî mêr min. Vê kir ku ew jin bi me bawer bin û biaxivin. Ji bo ew xwe rehet hîs bikin, hewldaneke min a mezin çêbû. Yanî dîsa mesele tê ser etîk û estetîkê. Divê mirov hin qaliban bişikîne, şêwaza çêkirina filman jî girîng e. Divê di navbera kesên belgefilm çêdikin û kesên ku dibin mijara belgefilmê de têkiliyeke durist were avakirin. Ji bo ekîbeke rast ava bikim û bi awayekî etîk bi wan re bixebitim, min serê xwe gelekî êşand. Ez û derhênera dîmenan a belgefilmê bi şev û roj li ser meseleyê axivîn da ku em tiştekî şaş nekin û dilê kesî nehêlin. Vê helwêsta me dilsozî û baweriyê ava kir û em bêhtir nêzî karakterên xwe bûn. Naxwe ev dîmenên hanê, wisa bi rehetî derneketin holê. 

 

Di belgefilma “What the Wind Took Away” de jî te bi zimanekî helbestî behsa jinên Êzîdî yên li kampan kiribû. Tu dikarî hinekî behsa lêgerîn û şêwaza xwe ya sînemayê bikî?

Rojhilata Navîn tenê di warê jiyana rojane de bi şidetê re rû bû rû nîne, her wiha di warê vegotinên sînemayê de jî şideteke mezin heye tu ji min bipirsî. Yanî dema mirov behsa hin meseleyan kir, divê mirov bi riya sînemayê ji nû ve şidetê ava neke. Divê ew kesên ku şidet li wan bûye, bi riya sînemayê careke din ev tişt neyê serê wan û nebin mexdûr. Belgefilm hîna jî weke agahiyên li ser mijaran tên nirxandin û bi agahiyan tên dagirtin. Lê divê mirov li ser edalet, etîk û estetîka meseleyan jî bifikire. Weke Jean-Luc Godard jî tîne ziman, “filmek tenê ne bi mijara xwe her wiha bi şêwaza xwe jî dikare têra xwe polîtîk be”. Di belgefilma xwe de jî ez heman hişmendiyê ava dikim. Rasterast behsa şidetê nakim, heger min sûc bikirana fokusa belgefilma xwe, dîsa behsa mêran û sîstema baviksalar wê bihata kirin. Yanî bêdengiya di belgefilmê de di heman demê de bû zimanekî sînemayî û ev yek bi serê xwe bû dengê van jinan. Bêdengiya ku dikare guherîn û veguherînê pêk bîne. Bi riya guherînê kifşên nû pêk tînim. Dema dibêjim, bêdengî behsa sînemayeke pasîf nakim. Sînemaya şoreşger an jî dadweriya sînematografîk du tiştên sereke ne ku dixwazim di sînematografiya xwe de bi cih bikim. Tenê sînemayeke ku agahiyan kom dike yan jî agahiyan dide, nakim armanc ji xwe re. Lê dikarim bibêjim, ez li pey guherînê me û zimanê sînemaya min têra xwe çalak e. Bi awayekî ecele çêkirina belgefilmekê ne karê min e, her wiha hin tiştan bi darê zorê jî nabim serî û heya ji min tê, kesên digirim belgefilmê naêşînim. 

 

Ji bo belgefilma “Anqa” astengiyên derketin pêşberî te çi bûn?

Belgfilma min di 6 salan de bi dawî bû. Lê tenê du hefteyan min dîmen girtin. Yanî di nav du hefteyan de girtina dîmenan bi dawî bû. Pevxistina belgefilmê jî dîsa du hefteyan dewam kir. Wextê min î din, giş bi astengiyên hikûmeta Urdinê re derbas bû. Yanî ti elaqeya wê bi sînemayê re tine bû! Di nav van 6 salan de gelek bûyer qewimîn. Gelo, ez ê careke din herim Urdinê, nizanim. Wan ji min re bi awayekî eşkere negot, filmî çêneke, lê ji bo çênekim jî her astengî derxistin pêşiya min. Ajanên wan ên veşartî, ekîba belgefilmê pirr aciz kirin, nexasim jî kesên Urdinî yên di nav ekîbê de. Ji bo hin destûran jî tim soz didan me, lê sozên xwe pêk nedianîn. Bi salan ez dam sekinandin. Yanî min û hikûmetê qet li hev nekir. Li hêlekê daxwaza vegotina serpêhatiyên jinan yên veşartî, li hêla din jî tehlûkeyên çêkirina van karan. Yanî ez vê bibêjim, dema em projeyên wiha çêdikin, em tim li ser tayekî zirav dimeşin. 

Bi rastî jî jinan dixwest filmê wan were çêkirin û ev yek ji bo wan weke terapiyekê bû. Lê polîtîkayên dewletê, em pirr aciz kirin. Her wiha di nav şeş salan de psîkolojiya min jî ne baş bû û di vî warî gelek zehmetî çêbûn. Ji bo min beriya her tiştî etîk girîng e, ev helwêst jî barê li ser pişta min girantir dike.