Di Remezanê de êriş kir
Sêşem 19 Nîsan 2022 - 22:24
- Bi hezaran xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê şermezar kirin.
Bi hezaran xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê şermezar kirin. Hevseroka Meclîsa Gel Filîz Budak daxuyaniyek da û got, “Ti hêza dîktator, dagirker nikare li hemberî berxwedana gel û gerîlayên azadiyê, bi ser bikeve. Gelê Kurd yê azadîxwaz wê bi ser bikeve û hêzên faşîst û xiyanetkar wê têk biçin.”
Li wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî jî bi hezaran kes dijî êrişa dewleta Tirk meşiyan. Şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û heta seytereya hêzên Iraqê, meşiyan.
Di meşê de pankartên li ser wan ‘Şerê azadiyê, faşîzma TC û xiyaneta PDK’ê hildiweşîne’, ‘Xwedî li Şengalê derkeve û fermana 74’ê erê neke’
‘Rêberê me îradeya me ye’ nivîsandî û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK, HPG û YJA Starê hilgirtin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Bimre xiyanet’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ hatin gotin.
Şandeke ji rêveberiya wargehê ji hêza leşkerî ya Iraqê xwest da ku nehêlin Tirkiye dest werde xaka Iraqê. Piştî daxwazên xwe pêşkêş kirin, hevseroka Meclîsa Gel, Filîz Budak axivî û got; “Em dizanin van salên dawiyê, ji ber temamkirina sedsalê dewleta Tirk a faşîst dagirkina tevahiya Kurdistanê û bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê kiriye armanca xwe ya bingehîn ku xwe li ser lingan bigire. Di vê meha Remezanê ya pîroz de, AKP’a ku dibêje ez misilman im, êrişî hêzeke xweparastinê dike. Wek tê zanîn ku sibe [îro] cejna Çarşema Sor ya gelê me yê Êzîdî ye û ji şevê din ve hêzên Iraqê êrişî Şengalê dikin. Hêzên Iraqê deriyê xaka xwe ji bo dewleta Tirk vedikin da ku êrişî Mexmûr û Şengalê bike. Hêzên PDK’ê bûne hevkarê vê êrişê. Çeteyên roj, hêzên zêrevan û hêzên Gulan îro li herêmên parastina medya xwe bi hêz dikin ku rê ji bo dewleta Tirk vekin. Bê guman ti hêzeke dîktator, dagirker nikare li hemberî berxwedana gelan, li hemberî berxwedana Gerîlayên serê çiya û li hemberî îdeolojiya rizgariya gelê Kurd bi ser bikeve. Gelê Kurd yê azadîxwaz wê bi ser bikeve û hêzên kedxwar, faşîst û xiyanetkar wê bi bin kevin û dîroka sedsala 21’an jî ji vê yekê re wê şahidiyê bike.”
ROJNEWS/ŞENGAL