Di navbera qelem û neqşê de şêwekarî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Mijdar 2020 - 22:51

Izziyana Suhaimi hunermendeke Singapûrî ye ya ku hem xêzkirinê û hem jî tekstîlê ji bo berhemhênanê bi kar tîne. Ew her diceribîne û kişf dike. Wê weke wênegir dest bi karê xwe yê hunerî kiriye û dibe ku ji ber vê ewqasî dildara ceribandinê be.
Sedema ceribandina wê lêkolîn e; lêkolîna neqişandinê, tekstîkê û tevnê.
Ew li ser destpêka vî hunerê xwe dibêje, “Gava ku ez li zanîngeha huner bûm min dest bi vî karê xwe kir. Ya rastî min ê dîploma xwe di wênegiriyê de wergirta. Yek ji dersan ew bû ku em bi rêyeke din xweîfadekirina wêneyan bibînin. Min neqişandina dilî bi ta û derziyê neqand, û ez bi carekê dil ketim vî hunerî.”
Ew dibêje herdu dapîrê wê jî hosteyên neqişandinê bûne. Herçî dayika wê ye, fesal xweşik dikir. Yanî dibe ku tercîha wê ji ber rêûresma malbata wê be jî.
Ew hez dike ku demê weke têgeheke sabit bibîne, da ku karibe zemên bitewîne, teşe bidiyê. Ji baweriya xwe ya Îslamî jî bi gotina wê “Xwedê zeman xuliqandiye” divê fikrê de aramiyê dibîne.
Ew şîretê li jinên ciwan ên hunermend jî dike: Hema dest pê bikin! Zêde nefikirin. Herin, tiştekî bikin ku pê kela dilê we radibe û şa bibin.

SÎNGAPÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.