Di navbera Kreuzberg û Kurdistanê de

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:00

  • Di navbera Berlîn Kreuzberg û gundê li çiyayên Kurdistanê de di navbera gundê bi rastî û yê texeyulkirî de filma Koy sohbetên sê nifşên jinên Kurd ên li Berlînê nîşan dide.

REWŞAN DENIZ

Hefteya filman a Duisburgê ya 45’an bi belgefilma sînemavana Kurd Serpîl Turhan a bi navê Koy, destpê kir. Serpîl Turhan di vê belgefilma xwe de behsa sê nifşên jinên Kurd ên li Berlînê dike. 

Serpîl Turhan di filmên xwe de li nasnameyan, aîdbûnê dikole, lê pê re jî xweseriyeke xwe diparêze. Di jiyana rojane de li tevgerên hûr çavdêriyê dike, û behsa têkililyên rewan di nava wan dike. Gava behs jî dike xwe naxe nav tezên mezin, lê vê bi sohbetên xelkê  û bi xelkê re dike. 

Sê nifşên ku ew di Koy de behsa wan dike pirîka wê Neno, ew mezina malbatê ye, Saniye ya ku kafeyekê dixebitîne li taxa Schoenebergê ya Berlînê û Hêvîn a ciwan a aktîvîst. Herî zêde jî sohbetên wan ên li ser rewşa Tirkiyeyê û nexasim jî krîmînalîzekirina muxalefetê derdikevin pêş. Bi wan re jî aîdiyetên nexurt, nakokiyên di xwe îfadekirinê de jî em dibînin. 

Ji rojnameya Der Tagesspiegel re derhêner û çêkera filmê Serpîl Turhan dibêje, ji bo wê muhim bû ew mekanekî biafirîne ku tê de nifşên cihê hev bibînin. 

Mekan cihê hesretê ye

Di filmê de gund mekanê hesretê ye. Jixwe ew resmên carinan ji qutî û valîzan derdikevin jî vê xurt dikin. Esas gund jî di navbera gundê bi rastî yê li çiyayên Kurdistanê, gundê xeyalî yê ku mirovan lê rehettir bêhn dida û distand heger şer lê neqiwimîba û carinan jî gund semta Berlînê Kreuzberg e.

Serpîl Turhan sala 1979’an li Berlînê hatiye dinê û sala 1997’an di filma Thomas Arslan “Geschwister” de, sala 2001’ê di filma wî “Der schöne Tag” de aktrîstî kir. Piştî ku şano li zanîngehê xwend jî têkiliyeke hunerî bi filmçeker Rudolf Thome re danî. Ew di 3 filman de bûye aktrîsta sereke, alîkariya derhêneriyê di 7 filmên Thome de kiriye. Kameramana Elman, Ute Freund bi wê re filma Koy çêkiriye. Jixwe bi alîkariya wê, wê biryara çêkirina belgefilmê daye.

Kurdbûn û asîmîlasyon

Di filma xwe ya ji bo dîplomayê de Serpîl bi sernavê filmê digot, “Meine Zunge dreht sich nicht (Zimanê min nagere)”,

Serpîl Turhan di navbera Kurdistanê û Berlînê de diçe û tê. Ew behsa jidestdana zimên li xurbetê dike. Ew dibêje, “Ez hê zarok bûm, min gelek tişt fêm nedikirin. Gelo em Tirk in yan Kurd in. Timî tiştekî din digotin, li gorî kesê pirsê dike ev bersiv diguherî.”

Zimanê wê ji bîr dikir bigere. Ew gava zarok bû wê hinekî bi Kurdî dizanî, niha, êdî ew tênê bi çend gotinan dizane. Di filmên Serpîl Turhan em jidestdana ji ber pêvaoyên asîmîlasyonê dibînin û helbet wan rêyên rêzgirtina ji xwe bi xwe re jî.

Belgefilma wê Koy pêr li Duisburgê hat nîşandan. Promiyera filmê li Hefteya Filman a Duisburgê ya 45’an bû.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.