Kolektîfa Hatiye Dîtin û Grûba Redfotograf pêşangeha “Dengê Azadiyê” li cihê bi navê Hunera Dijber li Stenbolê vekir. Di pêşangehê de nivîsên 50 girtiyên li hepsên cuda li ber wêneyên aydê 50 wênegiran, tên nîşandan. Gava mirov dikevin hundirê mekanê pêşangehê, pêşî vê nivîsê dibînin: “Raman, wijdan, hêvî, edalet, bêgunehî di hepsê de ne gelo em li derve ne”.
Di pêşangehê de nîgaşa “Azadiyê” ya girtiyan xwe dide der. Yek ji van wêne û nivîsan balê dikişîne ser xwe jî ya nivîskar Rojbîn Perîşan e ku li Hepsa Jinan a Kocaeliyê tê ragirtin. Perîşan di nivîsa xwe de gotiye “Li ser vê axê azadî hezkirineke nayê zanîn e.”
Yek ji nûnerê Redfotografê ku ji pêşangehê berpirsiyar e, Ozcan diyar e. Ew dibêje, bi pêşengeha “Dengê Azadiyê” di navbera girtiyan û derve de ew pirê ava dikin: “Belkî em nikaribin bi hunerî tiştekî biguherînin lê em didin nîşan ku rê li ber guhertinê dikare bê vekirin.” Yaman dibêje, xelkê li derve jî ne azad e û azadî nayê tinekirin. Yaman wekî din dibêje, "Em dixwazin bibin dengê girtiyan û girtî gelek serketî û jîr in, di her karî de serkeftî ne."
Pêşangeh wê heta 20’ê îlonê vekirî be.
MA/STENBOL