Wênegirê ajansa nûçeyan a Fransayê AFP´ê Ismael Adnan, çûye gundê Spîndarî yê ser bi Dihokê. Ji ber ku berfê gund û hawîrdora wî girtine, gundî li pez û sewalên xwe yên din miqate dibin. Êmên wan dibin ber wan, ava wan didin ber wan. Ismael Adnan wêneyê gundiyekî Spîndarê girtiye ku van karên xwe dike û berxikek jî daye ber sînga xwe tevî keçeke û keça din jî bi destê digire, gava ew karê xwe dike. Belkî weke dîmenekî asayî yê zivistanê xuya bike. Lê ev dîmen esas li cografyayeke ti tişta wê ne asayî de ye. Dewleta Tirk a dagirker li hawîrdor baregehên dagirkeriyê ava kirine. Erdên vî gundê qederê 50 kîlometreyan li bakurrojhilatê Dihokê, bi rêk û pêk topbaran dike. Şerê berxwedana gerîlayên HPG´ê yê li dijî dagirkeriya Tirkan jî li vê deverê ye. Ismael Adnan wêne 8 Sibatê girtiye.
WÊNE: ISMAEL ADNAN / AFP