Şanoya “Min mirovên bê cilûberg û cilên bê mirov dîtin” ev sê roj in li ser hev li Kerkûkê tê nîşandan. Di dema derketina şanoyê ya ser dikê de taxên Kurdan ên Kerkûkê bi leşker û hêzên ewlekariyê hatine tijekirin.
Koma Stage ku mezûnên Peymangeha Hûnerên Bedew a Kerkûkê ye, di rewşa nebaş û leşkerî ya bajêr de 3 rojan performansa xwe pêşkêş kir û şano derxistin ser dikê. Zêdetirî du saetan li Salona Şanoyê ya Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê derketin ser dikê hunerên xwe pêşkeş kirin. Temaşevanên şanoyê bi derketina ser dikê ya şanokeran hemû xemên xwe ji bo kêliyekê jî be revandin û atmosferek xweş derket holê.
Di şanoyê de Dara Ezedîn, Hozan Şêrzad, Hawser Îdrîs, Mihemed Sîrwan, Emad Mehdî û Mihemed Abdullah dileyîzin. Derhêneriya şanoyê jî ji aliyê Goran Ednan ve tê kirin.
ROJNEWS/KERKÛK