- Ji sala 2011’ê ve pêşbirka “Pink Lady, wênegirê xwarinê yê salê” tê lidarxistin.
Ji sala 2011’ê ve pêşbirka “Pink Lady, wênegirê xwarinê yê salê” tê lidarxistin. Her sal ev pêşbirk tê lidarxistin û wênegirên profesyonel û amator miracaetî pêşbirkê dikin. Di 27 kategoriyan de xelat tên dayîn. Komîteya pêşbirkê diyar kir ku ji bo îsal ji 80 hezarî zêdetir wêne hatine ber destê wan û wan ji nav wan wêneyan, wêneyên herî baş neqandine.
Her sal di her kategoriyê de wêneyên herî baş tên neqandin. Lê her wiha ji nav hemû kategoriyan jî wêneyekî herî baş tê neqandin. Wêneyê îsal yê herî baş yê ku ji nav hemû kategoriyan hatiye neqandin, li Hindîstanê li kolanekê hatiye girtin. Wênegir jî Debdatta Chakraborty ye. Di vî wêneyê bi navê “Kebabfiroş” de kebabpêjek heye ku di nav dûmanê de maye û di nav dûmanê de tenê kebab û rûyê wî xuya dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN