Di kanalîzasyonên kolezyûman de şopên xurekan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 29 Kanûn 2022 - 06:39

Hin lêkolerên ku ev demeke dirêje li ser Kolezyûmên li Îtalyayê dixebitin tiştên balkêş kifşkirin. Di demên berê de ev kolezyûm ji bo werzîş û performansê dihat bikaranîn. Her wiha ew meydana gladyatoran bûn jî. Di carekê de bi 50 hezaran insan li kolezyûman ko dibûn û li performansên meydanê temaşe dikirin. Dema ku ev çalaki li wir pêk dihatin xelkê li wir bi xurekan sebra xwe dianî û zikên xwe têr dikirin. Lêkoleran jî di dema xebatên xwe de di kanalîzasyonên kolezyûman de hin xurekan kifş kirin. 

Xurekên ku ji hêla arkelogoan ve hatine dîtin wiha ne; findiq, gûz, zeytûn, gilyas, mewîj, hêjîr, dirîreşk û xox. Hin sîsikên ku hatine dîtin didin zanîn ku ev xurek beriya 1900 salî li wir hatine xwarin. Arkeologan piştî xebata salekê gihiştine van encaman û encamên xwe bi raya giştî re parve kirine. Heta arkelogan diyarkir ku hin ciyê ku wan li ser agir goşt çêkirine jî kifşkirine.

Arkelogan li gel xureken gelek hestûyên hirç, şêr, kûçik û berazan jî dîtine ku wê demê ew ji bo şer bikin dihatin bikaranîn. Destpêkê arkelogan ji bo ku kanalîzasyonê paqij bikin dest bi kar kirin lê di dema kar de rastî van kifşkirinên xwe hatin. 

Ekîba “Colosseum Archaelogical Park” derbarê xebat û kifşên xwe de got, “Kolezyûm bi van kifşkirinan serpêhatiyên xwe yên kevnar nîşanî me didin. Ji lewma ew jî parçeyekî herka dîrokê ne. Em bi xebatên xwe yên kanalîzasyonan vê yekê baştir radixin ber çavên xelkê. Her wiha em dixwazin li ser avahiyên kolezyûman ku ew çawa hatine çêkirin jî hin agahiyan bi dest bixin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.