Di huner de astengî nasnekir

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 23 Adar 2024 - 00:59

  • Ger em piştgiriya hev bikin û ji hev hez bikin, em ê bikaribin xwe bigihin serxwebûna xwe. Ji ber ku hunera me bi hêz e, helbest û mûzîka me bihêz e, çand û cilûberg û ola me bihêz e.

BIRWA ESHED / ROJNEWS

Hunermend Mihemed Ebas Baram hîn di temenek piçuk de diçe Bexdayê, li wê derê dest bi kar û barên hunerî dike, dibe mamostayê piyanoyê. Stranan dibêje, xeyalên xwe dike helbest û notên muzîkê li ser gotinên xwe datîne.

Hunermendê Kurd Mihemed Ebas dema li Bexdayê bi karê hunerî ve mijûl bû, ji ber ku daxwazên rejîma Baas qebûl nake, neçar dibe berê xwe dide dervayî welat. Li dervayî welat jî hezkirina wî ya ji bo karên hunerî naqede û dewam dike. Heta niha jî bi ruhek ciwan stranan ji bo evîn û welat dibêje.

Em bi hunermend Mihemed Ebas Baram re li ser serhatî û rêwîtiya wî ya muzîkê peyivîn.

Zarokatiya we ya li Kerkûkê çawa bihurî?

Di sala 1952’yan de li Tepe Mela Ebdulah hatime dinê. Ji ber ku şîrê dayîka min nebû 15 dayîkên min hene. Ez li taxa Azadî mezin bûm, li gel pêşmerge û şoreşgerên wê demê mezin bûm. Hîn di temenê zarokatî de heskirina min ji helbest û wêjeyê re hebû. Di temenê 5 saliyê de min li taxa Îmam Qasim dest bi xwendinê kir. Di wê demê de min guh dida Radyoya Kirmaşan. Ez li refa 5 ya seretayî bûm yekem car min strana ‘Sure Gulim’ got. Gotinên wê hevalekî min nivîsandibû û min bi xwe awaza wê stranê danibû. Heman stranê min di salên 1960’an de li radyoya Kurdî ya li Bexdayê got.

We hunermend Elî Merdan bi çi awayî nas kir?

Di sala 1972’yan de ez çûm Peymangeha Hunerên Ciwan a Bexdayê. Wê demê ji bo bibim stranbêj min testa dengê xwe kir. Mamosta Elî Merdan li wêderê bû, lê min ti carî ew nedîtibû. Ji min pirsî ti kîjan stranê dixwazî bêjî, min got straneke Elî Merdan. Ji min re got tu Elî Merdan nas dikî, min got na. Min strana “Kolan bi kolan” jêre got, gelek bi dilê wî bû. Êdî ji wê demê ve bûm stranbêj. Di heman demê de xwendekarê Peymangeha Hunerên Ciwan bûm. Ez gelek kefxweşbûm, heman salê ez li radyoya dengê Kurdî bûm karmend. Min li peymangehê 5 sal beşa piyanoyê xwend, piştî wê 2 sal jî min opera xwend.

Têkiliya te bi helbest û wêjeyê re çawaye?

Heskirinek min ya zêde ji huner, stran û wêjeyê re hebû. Bê guman hevalên min alîkarî didan, ji ber ku min Kurdî nexwendibû. Min nivîsîna helbestan ji helbestên Goran, Herdî û Wefayî fêr bûm. Lê awaz danîn jêhatinek xwedê dabû min. Min her tim hewl daye mafê helbestvan biparêzim û heq bi belbestên xwe bidim. Heta niha berhemên ku min hene û tomarkirine 300 stran in. Min ti demê ji bo peran stran negotine, tenê ji bo spasiyê min gotine.

Hûn heta kengî li Bexdayê man?

Ji ber ku ez bi xwe li Radyoya Kurdî ya Bexdayê karmend bûm, min derfetek baş dît da  ku bikarim hunera xwe pêş bixim. Mamosta Elî Merdan gelek alîkariya min kir. Di heman demê de Helebestvan Hêmin Mukuryanî jî li wê derê bû. Ger helbestek gelek baş û ciwan neba nedihişt bê belavkirin. Lê piştre ji ber ku ez ne Baasî bûm ez ji ragihandinê hatim derxistin. Piştî çend salek li ser daxwaza Mam Celal min berê xwe da Tehranê. Li wê derê ji aliyê Îtlaeta Îranê ve hatim girtin û dest bi ser beşek zêde ya arşîva min de hat girtin. Piştre di sala 1982’yan de min serdana ofîsa Refsencanî kir. Min ji wan re got ferqa we û Sedam Hisên çiye, ji ber ku li Iraqê xwestin min tine bikin, ger hun jî bixwazin min tine bikin wê demê ferqa we û wan çiye. Min kelûpelên xwe wergirtin, kamera û flaşek min nedan. Piştî wê min ji Îranê berê xwe da Ewrûpayê.

We li dervayî welat çawa karê xwe dewam kir?

Li Londonê min yekem CD’ya bi navê ‘karwan û sînor’ tomar kir, ji şeş stran û meqamek pêk dihat. Ez vegeriyam Suriyeyê û min CD’yek pêşkêşî Mam Celal kir. Li wê derê jî min hunermendê Kurd ê navdar Seîd Yûsif dît. Piştre ez çûm Uman- Urdunê. Li wê derê komeleyek Kurdî hebû. Navendek wan bi navê Selahedîn hebû. Min ji wan re got dikarim bi dayîna waneyên li ser huner, dîroka Kurdistan, siyaseta Kurdistan û dîroka jinên Kurd xizmeta we bikim. Gelek kefxweş bûn, bi taybetî xwestin ez wan fêrî Kurdî bikim. Êdî li wê derê min dest bi dayîna waneyan kir. Min hevjîna xwe jî li wê derê naskir ku eslê xwe ji Kurdên Zaza ye, niha jî ew bûye ruh û giyanê min.

Planek we heye ji bo karek nû yê hunerî?

Li gel hunermend Hesen Xerîb em li hunerê temaşe dikin û dixwazin çend awazên ciwan amade bikîn. Ez bi hêvî me ku bikaribin bi hevre karekî xweşik pêk bînin. Heta em bikarin emê karên ciwan bikin. Hin helbestên min yên ciwan hene. Zêdetirî 1700 helbestên min hene. Dixwazim di dema pêş de wan bikim dîwanek. Her wiha pirtûkek min jî bi navê ‘Çawan mirov bê mamosta xwe fêrî piyano bike’ bi çar zimanan hatiye çapkirin heye.

Çiqas girîng e hunermend di xema welatê xwe de be?

Ger hunermend ne di xizmeta gel û welatê xwe de be, wê nikaribe nûnertiya welatê xwe bike. Em bi hunerê çi bikin xizmeteke ji welatê me re ye. Ji ber ku gelê Kurd ne gelek asayiye, mirov dibîne gelek zaravayên wê hene. Dijmin jî ji beriya her tiştî dixwaze çand, huner û zimanê me tine bike. Lê wê dijmin ti demê nikaribe vê yekê bike. Ger em rexneyek li xwe bikin ew jî ewe ku em xelkê Kurd pişta hevdu nagirin. Ger em piştgiriya hev bikin û ji hev hez bikin, em ê bikaribin xwe bigihin serxwebûna xwe. Ji be rku hunera me bi hêz e, helbest û mûzîka me bihêz e, çand û cilûbergên me û ola me bihêz e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.