Jiyana Besê Anûş, yek ji gerîlayên jin ên ewilî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê, bû roman. Romana biyografik a li ser Anûş hat çapkirin. 

Nivîsandina pirtûkê sala 2000’î dest pê kir û rojnameya Newaya Jin, pirtûk ji bo çapê amade kir. Pirtûka bi Tirkî û wergera wê ya Kurdî ji weşanxaneya Meymanê derket.

Romana biyografîk behsa jiyan, çîroka têkoşînê ya Besê Anûş dike û xwe dispêre şahidiyan. Besê Anûş di dîroka têkoşîna azadiya Kurd de xelekek e, beriya ku tevlî nav têkoşîna gerîla bibe, gund bi gund digere, rêxistiniya wê, kir ku gel li nasname, welat, ziman û baweriya xwe xwedî derkeve.

Dema derbeya 12’yê îlonê, Besê hat girtin û êşkenceyeke giran lê hatiye kirin. Yek ji êşkencekaran wiha behsa helwêsta Besê dike: "Min bixwe êşkence lê kiribû. Ji devê wê me nekarî yek gotinê bistînin. Qenebe me xwest ku biqîre lê me kir û nekir ne qêriya jî.”

Hovîtiya li ser gel qebûl nake

Piştî êşkenceyê, Besê tevlî nav komeke piçûk a gerîla a li bejahiyê bû. Li civateke li dora agir, wiha qewîtiya xwe dike: "Heke ez şehîd bibim, ez bawer dikim bi sedan jin wê hebin ku çeka min ji erdê rakin û li çiyayên Kurdistanê şer bikin.’’

Elîf Ronahî ya endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê hevrêya Besê Anûş e. Di pêşgotina pirtûkê de ew bi bîr dixe ku rola Besê Anûş pirr mezin e ku tirsa dewletê ya li herêmê bela kirî şikandiye û kiriye ku gel xwe biparêze.

NAVENDA NÛÇEYAN