• Di nav xêzên ji bo kitêbên bi wêne yên ku Mariachiara Di Giorgio ji bo wan xêz dike, keçeke piçûk li devê gurî dinihêre û awira pêşî dihêle mirov ji xwe bipirse, di devê gurî de çi heye. 

Ka gelo di devê gurî de çi heye? Di nav xêzên ji bo kitêbên bi wêne yên ku Mariachiara Di Giorgio ji bo wan xêz dike, keçeke piçûk li devê gurî dinihêre û awira pêşî dihêle mirov ji xwe bipirse, di devê gurî de çi heye. Axir, Mariachiara Di Giorgio xêzkereke ciwan a Îtalî ye. Ew sala 1983´yan li Romayê hatiye dinê. Wê beşa çêkirina wêneyan (ji bo kitêb û weşanê) li Istituto Europeo di Design (IED) a li Romayê xwendin û li Parîsê jî li École nationale supérieure des Arts Décoratifs (EnsAD) xwend. Di Giorgio pêşî weke xêzkarekê û dîzaynkera konseptan ji bo filman û reklaman xebitî. Ji sala 2012´an ve wê gelek kitêb weşandin. Kitêba wê ya bi navê Krokodrillo bê gotin, ji serî heta binî bi wêne û xêzan çîroka xwe dibêje. Kitêbên wê li Elmanyayê jî bi destê Weşanxaneya Bohem tên weşandin.

FRANKFURT