Di civaka wêjeyê de nêrzatî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Çile 2022 - 05:17

  • Roza Metîna: Hinek nivîskarên ku tundiyê li jinê dikin û şert û mercên bindestiyê dikin hincet, hene. Her wiha qaşo xwe wekî welatparêz nîşanî civakê didin, lê belê bi tundî û gotinên zayendperest ên li jinê dikin jî dibin rojev. Heta yên mirinê jî li jinê ferz dikin, hene. Divê em ti carî destûrê nedin ku ev kes xwe bispêrin şert û mercên bindestiyê. 

MIHEME PORGEBOL

 

Beriya çendekê li Amedê jinekê xwe kuşt. Li gorî hin îdîa û parvekirinan, sebeba xwekuştina vê jinê, tundî û tacîzên nivîskarekî bûn. Piştî van îdîayan, gelek nivîskarên jin nerazîbûn nîşan dan û ev yek rexne kirin. Her çiqas rexne û nerazîbûn bi giştî li ser hişmendiya nêrzatiya di civaka wêjeya Kurd de bin jî, wan bal dibir ser piştahevgirtina nivîskarên mêr. Li gorî nivîskarên jin, ev piştahevgirtin û bêdengiya nivîskarên mêr dibû sebeb ku dawî li qirkirin û bindestiya jinan neyê. Wan digot, heta bêdengiya li hember bûyerên bi vî awayî neşike, ne wêje ne jî civak dikare ji hişmendiya baviksalarî xilas bibe û dawî li bûyerên wisa nayê. 

Piştî van nîqaş û rexneyan diyar dibû ku mêr di civaka wêjeya Kurd de jî hukmê xwe dike û pêwîst e li ser vê yekê were axaftin. Li ser mijarê em nivîskarên jin re peyivîn. Her yekê got, "Divê êdî ev serdestî bişike." Lê gelekan ji van nivîskarên nexwest ku navên wan di rojnameyê de eşkere bibe. Nivîskar Gulgeş Deryaspî û Roza Metîna bi xwe hem pirsên me bersivandin û xwestin ev mijar bi awayekî were nîqaşkirin. 

 

Di nav civaka wêjeya Kurd de serdestiyeke çawa ya mêran heye? Hejmara jinan kêm e, li aliyê din jî gava mirov ji derve li wêjeya Kurdan dinihêre, tevî ku nivîskarên jin yên serketî hene jî bes mêr xuya dikin, çima?

Roza Metîna: Serdestiyeke mêr a ji hinek kevneşopiyên civakî tê, heta roja me ya îro heye. Ev kevneşopî heta roja îro dibin sedem ku mirov bi hişmendiyeke azad bi pêş nekeve û di nava qalibekî de asê bimîne. Hinek mêrên navê nivîskariyê li ser wan e, wekî zêhniyet hîna di nava vî qalîbî de asê mane lê belê ji derve jî wekî ku gelekî azad difikirin, xwe nîşan didin. Lê esas, ne wiha ne.  Dema mijar dibe jin, ji ser bedena jinê bi hişmediyeke teng êrişî jinê dikin û hewl didin di warê wêjeyê de bergê li jinê teng bikin. Ne tenê wêje, gelek caran di warên din de jî ji jinê re dibin asteng. Ango bi zêhniyeta xwe tiştekî bi fêde li civakê zêde nakin. Hinek mêrên din ên navê nivîskariyê li ser wan e jî eşkere fikrên xwe diyar dikin. Beriya bi hefteyeke ez bûm şahid. Yekî digot, 'ez jina azad naxwazim'. Kesekî xwedî pirtûk be û bibêje 'ez jina azad naxwazim' ka gelo çiqasî di aliyê mejî de azad e? Ev jî nîşan dide ku mirov tenê bi nivîsandina pirtûkan nabin nivîskar. Asoya nivîskariyê berfireh e. Divê kesên ji xwe re dibêjin nivîskar, xwe ji her alî ve bi taybetî jî ji aliyê hişmendiyê ve bi pêş bixin. Şoreşa hişmendiyê loma gelekî girîng e. Hinek mêr jî hene dibêjin, 'ez tenê rûdinêm û dinivîsim. Hevjîna min xwarina min, çaya min tîne ber min'. Hinek jî dibêjin, 'ez ê destûrê nedim ku hevjîna min derkeve û êvarî bê mala xwe'. Gotina ji devan derdikeve gelek caran rewşa heyî bi zelalî eşkere dike. Hinek jî tenê navên wan li sazî yan jî cihekî din heye, lê belê beşdarî nava ti xebatan nabin. Hinek jî pesnê xwe bi nivîsandina bi zimanê serdestan didin. Heta di roja 8'ê Adarê de jî hinek mêr radihêjin daxuyaniya derbarê jinan de hatiye nivîsandin û dibêjin, 'em ê bixwînin'. Em serdestiya mêr a di warê wêjeyê de ji berhemên wan jî dikarin fêm bikin. Çimkî hişmendiya wan di berhemên wan de jî olan dide. Hinek jê bi zimanê xwe yê zayendperest di heman demê de dijminatiya jinê dikin û jinê piçûk dixin. Di berhemên xwe de roleke lawaz, bixwenebawer û bi kêrî tiştekî nayê, li jinê bar dikin. Heta hinek mêrên navê nivîskariyê li ser wan e, bi hêz û baweriya ku ji wî navî digirin, tenê wekî objeyeke zayendî li jinê dinihêrin. 

Gulgeş Deryaspî: Mesele ne hejmar e. Pirrbûn û kêmbûna jin û mêr, ne pirsgirekekê ava dike û ne jî çareser dike. Heger wisa bûya welatên herî piçûk lawaz, ên herî mezin jî dê hêzdar bûyana. Pirsgireka me ya herî mezin, paşvemayîn e. Û pirsgireka din a herî mezin jî ew e ku em hay jê nîn in ku em paş ve mane. Neteweyên paşvemayî di hêla çareserkirina pirsgirekan de ji neteweyên pêşveketîtir, xiraptir in. Yanê pêşveketî yan paşvemayî li gorî çareserkirin û mezintirbûnê kifş dibe. Belê civaka Kurd jî di nav hewldanekê de ye ku xwe pêş bixe, lê mixabin ev bipêşketin ji aliyê naverokê ve vala, ji alîyê şeklî ve xapînok e. Îro civaka Kurd çawa bawer dike, çawa dinihêre, çawa dijî bi heman şeklî edebiyata Kurdî jî di wê rewşê de ye. Nêrzatî û mêr di nav civaka me de hatine pîrozkirin û ji ehlê Xwedawendan in. Helbet koka vê bawerîyê ji hêjabûna mêran dest pê nake, vajiyê vê ji xirabî û kêmasiya mêr dest pê dike. Rehm, hezkirin, merhemet heger tinebe, ev ji bo temambûnê kêmasiyek e helbet. Bêlê heger, ev hersê tişt û zêdetirê wan bi jiyanewarekî re hebe, nakuje. Gelek mêran diya xwe, xwişka xwe, keça xwe, hevjîna xwe kuştine û mêrên ku nekuştine jî potensiyela kuştinê bi wan re heye. Mijareke gelek dirêj e helbet, lê ev mijara kuştin û tirsandinê aniha di nav civaka me de bi rêya edebiyatê xwe dide nîşan. Gelek pirtûkên mêran ên bi nav û deng ku pêwîst e biçe poxanê, niha bi piştgiriya civaka nêrza wek pirtûkên pîroz têne bilêvkirin. Û pirtûkên jinan ên ku kes qala wan nake, bi rastî jî gelek ji pirtûkên mêran serketîtir in. Helbet di vê berawirdkirinê de çawa em zimanê qedexekirî û zimanê sedsalan e ku bûye zimanê nivîsê berqabil dikin, bi wî aweyî jî em jiyana jinên qedexekirî û mêrên azad berawird dikin. Û di wêjeyê de jî bi vî awayî berawird dikin. Li vir jî dîsa qelsîyeke mêran a mezin derdikeve holê. 

 

Gava bûyerek ji mêraniyê yan jî ji zihniyeta baviksalarî diqewime, kirde û parastvanên derdora wî xwe dispêrin bindestî û şert û mercên bindestiyê. Dibêjin ez welatparêz im û li dijî bindestiyê disekinim. Hûn li ser vê çi dibêjin?

Roza Metîna: Hinek nivîskarên ku tundiyê li jinê dikin û şert û mercên bindestiyê dikin hincet, hene. Her wiha qaşo xwe wekî welatparêz nîşanî civakê didin lê belê bi tundî û gotinên zayendperest ên li jinê dikin jî, dibin rojev. Heta, yên mirinê jî li jinê ferz dikin, hene. Divê em ti carî destûrê nedin ku ev kesên xwediyê vê zêhniyetê xwe bispêrin şert û mercên bindestiyê. Mêrên vê meseleyê vediguherînin firsendê, dixwazin êşê bi jin û civakê bidin kişandin. Çawa serdest bi hincetên pûç êrişî me dikin, kesên xwediyê vê zihniyetê jî bi vê hinceta pûç êriş dikin. Ev yek jî ji qelsiya kesayeta kesên xwediyê vê hişmendiyê tê. Jixwe, mirovên xwedî kesayeteke baş û xwediyê nasnameyeke serketî, xwe li paşiya van qalibên teng venaşêrin. Ev kes têkoşîna ji bo nasnameyeke serketî jî dixwazin pûç bikin û li pêşiya paradîgmaya jinê ya azad jî disekinin. Lê belê ya ku dê civakê ber bi rêya ronî ve bibe jî paradîgmaya jinê ya azad e. Kesên esasên nivîskariyê bi cih tînin û bi rastî jî welatparêz in, xwe li dû gotin û qalibên zayendperest venaşêrin. Nebaşiyên xwe li dû kevneşopiyên civakî venaşêrin. Nexwe kesên bi rastî jî esasên nivîskariyê bi cih tînin ew kes in ku ji civakê re dibin mînak û bi feraseta baş bûyeran şirove dikin. Bi nêrîneke wekheviya zayendî û civakî radixîne pêş çavan berhemên xwe çap dikin û di pratîkê de jî vê yekê pêk tînin.

Gulgeş Deryaspî: Helbet li vir çi dibe bila bibe, mesele parastina nêrzatî û mêraniyê ye. Di vê govendê de jin jî hene. Bi aweyekî kolektîf a bin derûnîyê, hev diparêzin. Heger ne tenê yek bi kirinên xwe bê rexnekirin, îtîbar û pîrozahiya nêrzatiyê diterîkîne. Ji ber wê, heta ji destê mêran û jinên têkçûyî tê, mêraniyê bi awayekî rêxistinî diparêzin. Helbet li vir em rola tirsê ji bîr nekin. Sedem ew e ku mêrên pîroz dikarin bêdawî bêexlaqî, êriş, bêselîqetî û kujeriyê bikin. Ev di nav wêjeyê de jî wiha ye. Ti tiştî nikarin bikin, wê demê amûra zayendbûyînê wek dara hêzê derdixine holê û pê êriş dikin. Civaka ku hê li zayendiyê girtî ye ji vê yekê ditirse. Û bêdengmayînê dibijêre. Dema mêrek bi amûra zayendbûyîna xwe derkete holê, jinek nikare li hemberî wî bisekine. Dibe pirsgireka namûs û şerefê. Helbet sedem ne ev tenê ye, lê ya sereke ev e. Ev dibe sedema her tişta diqewime. Ji ber vê jî heta ji destê civakê tê, naxwaze hêrsa mêrekî bîne û wî ji xwe re bixe neyar. 

 

Bi ya we çi dikeve ser milên kesan? Her kes dikare sekneke çawa li hember vê yekê nîşan bide?

Gulgeş Deryaspî: Gelek tiştên ku bên kirin hene lê kesên ku bikin nînin. Heta ji destan tê, kes xwe nêzikî agir nake. Lê her kes li dora agirî dizivire. Serê pêşî, wêrekî pirr girîng e. Heta kesek yan civakek mirinê hilnede ber çav, nikare ti tiştî biguhurîne. Yanî, mêrên kujer heta kesên ku ji wan bitirsin hebin, dikarin kujeriyê bikin. Dema kesên li hemberî wan xweparastin û di vê parastinê de mêrîtiya pîroz têk çû, wê demê jiyaneke nû û hevrevî dibe ku bê avakirin. A duyemîn jî zayendî ye. Pêwîst e  qîmeta zayendiyê ji holê rabe. Û qîmeta kesên êrişker, kesên ku amûra zayenda wan bi qasî xwedayan pîroz e, bê danîşandan ku qetek goşt e û ferqa wî û ê kerê yan ê mişkê tine. Belê pêwîst e sûcê sûcdar bê dîtin û bê gotin û mehkûmkirin. Ev jî bi wêrekan dibe. Bi tirsonekan ne edeb dibe, ne çareserî diafire, ne jî jiyan bi pêş dikeve. Û a herî girîng, em dê van her dem dubare bikin.

Roza Metîna: Ji bo em Kurd li dijî mêtingeriya dijminatiya ziman, wêje, çand, huner û nasnameya me dike, bi ser bikevin divê di destpêkê de em pirsgirêkên di navbera xwe de safî bikin. Hişmendiya serdest a baviksalarî ya belav bûye, têk bibin. Ev yek, bi têkoşîna jin û mêran a bi hev re dê hêsantir bibe. Divê mêr jî li dijî vê ferasetê li ber xwe bidin. Bipêşketina hişmendiyê û birêxistinbûyina civakî ew ê di heman demê de bandorê li ser bipêşketina wêjeyê û her warê din bike. Perwerdeyeke bingehê wê xurt jî dikare rê li feraset û gotinên xirab bigire. Esasgirtina perwerdeyê esasgirtina guhertinên êrênî ye. Nivîskar ji ber ku ji civakê re dibe rol û modeleke girîng, divê li her gotin û tevgera xwe baldar be. Ev gotin û tevger ên bandorê li ser civakê dikin, hinek caran dikarin bibin sedema şikestina hêviyên civakê jî. Ji bo têgeha zayenda civakî baş bê fêmkirin, divê warên derfetê bên afirandin. Li gorî min divê dersên zayenda civakî bên dayîn û çima di hinek çandan de perspektîf û tecrûbeyên mêr esas tên girtin, li ser vê yekê bê sekinandin. Ji bo her kes karibe di nava civakê de bi îradeyeke azad bifikire, jiyan hêsantir bibe jî ev mijareke girîng e. Hêz û baweriya bi hev, dîsa li vir dikeve meriyetê. Bi tenê ev dikare bibe sedem ku perspektîfeke azad û wekhev rê li civakê ronî bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.