- Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di êrişê de 8 kesên ji hêzên alîgirê Îranê hatin kuştin.
Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê ragihand ku di hewayê re êriş birine ser hêzên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di êrişê de 8 kesên ji hêzên alîgirê Îranê hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Pentagonê, 23'ê Adarê roja Pêncşemê li nêzî Hesekê bi droneyê êriş li ser navendekê hate kirin û muteahîtekî Emerîkî jiyana xwe ji dest daye, 5 leşker û muteahîtek jî birîndar bûne.
Servîsên îstîxbaratê yên Emerîkî ragihand ku dron ya Îranê bûye.
Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Lloyd Aûstîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku erk ji hêzên Fermandariya Navendî ya DYE'yê re hatiye dayin ku li rojhilatê Sûriyeyê êrişa hewayî bibin ser navendên komên 'Muxafizên Şoreşê yên Îranê'.
Aûstîn ragihand ku êrişa hewayî weke bersiva li dijî êrişa bi droneyê ya li Hesekê hatiye kirine.
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li bajarê Dêrazorê êriş li depoyeke çekan hatiye kirin. Saziyê ragihand ku di encama êrişê de '6 şervanên alîgirê Îranê' hatine kuştin, 2 'şervan' jî li çola Mayadînê û nêzî Bûkemalê hatine kuştin. Çavkaniyên din hejmara kuştiyan weke 11 radigihînin, li gorî li depoya sîlehan 9 milîsên alîgirê Îranê hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN