Di 3 salan de 160 penaber li wanê mirine

Çarşem 5 Çile 2022 - 02:13

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Hamdî Bayhan, diyar kir ku li Wanê di 3 salên dawî de 160 penaber di rêya penaberiyê de canê xwe ji dest dane. Wî xwest ku di serî de parazvanên mafên mirovan, beşên civakê hemû berpirsyariyên xwe yên li dijî penaberan bi cih bînin.

Şaxê ÎHD´ê yê Wanê û Komeleya Koç û Lêkolînê ya Serhatê, bîlançoya sê salan a mirina penaberan a li ser sînorê Wan û Îranê bi daxuyaniyekê ragihandin. Di daxuyaniya hevpar a li Şaxa ÎHD’ê de endamê Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê Hamdî Bayhan da zanîn ku astengkirina mirina penaberan a li ser sînor berpirsyartiya dewletan e û got, ji ber şerên li Rojhilata Navîn, bi milyonan mirov mecbûr dimînin ku dest ji warên xwe bihêlin. 

Bayhan, destnîşan kir ku rêya koçber û penaberan veguheriye rêya mirinê û her mirin êşan jî mezin dike. Bayhan da zanîn ku li gorî rapora xebatên li cihê cih a komeleya wan, 49 kes ji ber sermayê, 68 kes di encama xeniqîna di Gola Wanê de, 42 kes bi qezayên trafîkê, kesek jî di encama êrişa çekdarî de bi giştî 160 penaberan di nava 3 salan de canê xwe ji dest daye.

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.