- Wênegirê navdar David Douglas Duncan ku bêhtir bi wêneyên xwe yên ji qada şer girtiye, tê naskirin 100 portreyên Pablo Picasso bexşî Muzeya Photo Elysee ya Swîsreyê kir.
Wênegirê navdar David Douglas Duncan ku bêhtir bi wêneyên xwe yên ji qada şer girtiye, tê naskirin 100 portreyên Pablo Picasso bexşî Muzeya Photo Elysee ya Swîsreyê kir.
Wênegir Emerîkî Duncan portreyên Picasso di navbera salên 1956 û 1973’an de girtibû û ev wêneyên wî derbarê jiyana şexsî û hilberîneriya Picasso de gelek agahî didin.
Duncan di sala 1956’an de li Cannesê Picasso nas kiribû û piştî hevnasînê di navbera wan de dostaniyek baş çêbûbû. Hevaltiya wan heya sala 1973’an ango heya Picasso li jiyanê bû domand. Duncan di nav dostaniya 17 salan de 25 hezar wêneyên Picasso girt.
Her çend gelek kes wêneyên Picasso girtibin jî wî zêde ji wêneyan hez nedikir. Duncan ji bo Picasso aciz neke wênegireke ku deklanşora wê deng dernedixist ji xwe re peyda kiribû û bêhtir bi vî awayî wêneyên wî digirt. Picasso jî ji Duncan re timî digot “Maestro, tu wêneyan bigire ez ê jî resman çê bikim.”
NAVENDA NÛÇEYAN