Dewsa destan xwestekeke pirr keven e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 4 Cotmeh 2021 - 01:22

Dema li hin ciyan nû beton tê rêtin zarok diçin destê xwe di nav betonê re dikin û dixwazin dewsa destê wan li ser betonê diyar bibe. Her wiha carna navên xwe jî dinivisînin û piştî beton ziwa dibe navê wan jî li wir mayînde dibe. Li gor lêkolînan û kevirê herî dawî hatiye dîtin, zarok di hemû kêliyên dîrokê de xwestine şopên xwe bihêlin û ev xwesteka wan pirr kevn e. 

Arkeologan nêzî Tîbet, li Quesang kevirekî nû dîtin. Piştî lêkolînan arkeologan diyar kir ku ev dews yên zarokan in û zarok bi zanebûn vî tiştî kirine. Beriya 200.000 salî zarok dewsa destên xwe li ser keviran çêkirine û ev dewsên wan heya roja îro hatine. 

Hema wilo bêhemd çênebûne

Li gor agahiyan, 5 dewsên piyên zarokan û 5 jî dewsên destên wan li ser vî kevirê ku nû hatiye dîtin hene. Li gor texmîna arkeologan temenê yekî 7 û yê din jî 12 ye. Arkeolog dibêjin cinsê van mirovan çibin (Neandertall, Homo Sapiens û Denisova) her çiqas baş ne diyar be jî em dizanin ku zarok ji bo dewsa destên xwe çêbikin bi kevirên fosîl re wext derbas kirine û hewl dane ku dewsa dest û lingen wan li ser kevir diyar bibe.

Di dawiyê de pirsa “Ev estetîkeka bi zanebûn ya wê demê ye an na?” derdikeve holê. Her wiha ev kevir dibe ku ji wêneyên şikeftan jî kevntir bin, îhtimalek wiha jî heye. Thomas Urban ku yek ji lêkolînerê vî karî ye dibêje em baş nikarin armanca van dewsan pênase bikin lê wisa diyar e ku ev tiştên hatine kirin yanî ev dews bi xeletî nehatine çêkirin.  

Herî dawî tê gotin ku ev dews nîşaneya xwesteke bêdawîtiyê ye. Mirov tim xwestine ku dewsa xwe an jî hebûna xwe ji bo siberojê li ser malzemeyên nerm bipeyitînin. 

TÎBET

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.