- Gava her Kurd bi xwendin û zanebûna xwe bibe dibistanek, wê çaxê dewlet nikare ti jehrê belav bike. Heke HDP bi Kurdî bipeyive, asîmîlasyona di nav Kurdan de wê % 50-60 kêm bibe, ev ewqasî girîng û acîl e.
BIŞAR DURGUT/MAHMUT ALTINTAŞ / MA/AMED
Ji serdema pêvajoya têkçûna Împaratoriya Osmaniyan heta roja me, ji bo pêşîlêgirtina çand û zimanê Kurdî, zexteke giran ku berdêlên wê carinan bû binçavkirin, carinan bû girtin û carinan jî bi kuştinê encam bû, hate kirin. Wî çaxê ku zimanê Kurdî ketibû ber siyaseta dewleta Tirk a qirkirin û tinekirinê, ji rewşenbîrên kurd Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî di 15’ê Gulana sala 1932’yan de Kovara Hawarê weşandin. Ev gaveke girîng bû da ew qirkirin û tinekirin neçe serî. Ji hingê ve serpêhatiya Kurdî nexasim jî li Bakurê Kurdistanê, ya zext, qedexe û bişaftinê bû û hîna wisa ye.
Li ser vê meselê, em nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan re axivîn. Rênas Jiyan jî hem rexneyên xwe kirin û hem jî pêşniyazên xwe.
Bi sala ye 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Kurd, 15’ê Gulana îsal di rewşeke çawa de pêşwazî dikin?
15’ê Gulanê baş e, pîroz be. Em qebûl bikin, qebûl nekin jî şer û têkoşîna me hemû ji bo Kurmancî ye. Divê hinekî xîreta mirov hebe, ewqas însanên me şehîd ketin, me di girtîgehan de êşkence xwar, em riziyan, heqaret li me kirin, em pîs kirin, tû qula çavê me kirin, em nexistin şûna insanan, bi rûmeta me lîstin, gundên me şewitandin… Çima? Ji ber ku em Kurd bûn, ango ji ber ku zimanê me Kurdî bû. Îcar em radibin bi zimanê wan dipeyivin û xwe bi zanebûna zimanê wan qure dikin. Ev nabe, ev kesayeteke xerab e û genî ye. Hema tenê ji bo vêya be jî, divê em bi Tirkî nepeyivin.
Dev ji vana jî berdin, em bêjin gava ez zarok bûm ez û hevalên xwe bi Kurmancî dipeyivîn, em ê mezin bibin, bên cem hev û îcar bi tirkî bipeyivin; ma em ê çawa hevalên hev bin?! Ma em ê nebûbin yekî din. Ma ev dibe hevaltî? Ma ruhê me li ku ma? Ma mirov ewqasî dijminê ruhê xwe ye?! Ma rast e ku mirov ruhê xwe bifiroşe dilbijokî û şelafiyê?
Dibistanên Kurdî yên weke Ferzad Kemanger, Dayika Uveyş û heta krêş û saziyên din gelek hewldan li Bakur çêbûn. Lê dewlet kengî bixwaze, wan digire. Di rewşeke wiha de Kurd divê rêyeke çawa bidin ber xwe?
Gava em her Kurdek bi xwendin û zanebûna xwe bibin dibistanek wê çaxê dewlet nikare ti jehrê belav bike. Li nav me, zanistî kêm e, ji ber wê dewlet bi me dilîze û dikare dest werde me. Heke em mirovên xwende û zane bin her yek ji me wê bibe dewletek. Wê çaxê dewleta heyî wê nikaribe bi me, ew ê dewletek be em ê bi milyonan dewlet bin. A ku me têk dibe ne dewlet e, em bi xwe ne. Nezaniya me, me têk dibe. Divê siyaseta me ya nû ev be: "Civaka Kurdan zane bike, hişmendiyê bilind bike.” Gava ev bibe, jixwe gelek tişt jixweber wê çareser bibin. Lê belê siyaseta Kurdan xwe li ser gilî û gazinan ava dike: Her, dewlet tehdê li me dike û hwd. Ev ne siyaset e, jixwe dost û dijmin her kes dizane dewlet tehdê li Kurdan dike. Siyaseta Kurdan divê dev ji vê berde; zanekirina civakê, avakirina malbatê wê me bi ser bixe. Siyaseta mezin ev e, ne gazin û gilîkirin...
Li Bakur dayik û bav bi pêşketina teknolojiyê, televîzyon, tablet yan jî amûrên ragihandinê weke sedema nepeyivîna bi Kurdî a bi zarokên xwe re nîşan didin. Tu vê çawa şirove dikî?
Alav û amûr (tv, tablet, telefon) bêguneh in, kesên gunehkar şexs in. Mirov dikare alavan ji bo kuştinê jî bi kar bîne û dikare ji bo jiyanê jî. A ku me têk dibe û qir dike “mekanîzmaya bindestiyê” ye, divê ev mekanîzma bişikê, şikenandina vê mekanîzmayê di destê me de ye. Heger em li xwe û çanda xwe ne miqate bin, nifşên ku li dû me bên wê bişibin Laz û Rûmên Trabzonê, wê ji Tirkan bêhtir bibin tirkperest, wê bibin MHPyî, wê Amed bişibe Trabzonê û êrişî Kurdên resen bikin. Kesayetên bêesl heyfa bêeslbûna xwe ji mirovên biesl hiltînin. Çand ruh e, heger ruhê mirov biçe, mirov pirr dirinde û har dibe.
Dewleta Îranê Zara Mihemedî ji ber dersa Kurdî li Rojhilat dida, girt. Tu rewşa li Rojhilat û mamosteyên li Bakur çawa dinirxînî?
Zara Mihemedî miroveke pirr hêja bû. Wê bi hêza perwerdehiyê dizanî. Civaka me Kurdan, tev mamosteyan jî, em qet guh nadin perwerdehiyê. Ne ku em nikarin, em guh nadinê. Lê perwerdehî bi tenê ne perwerdehiya ziman e, bi giştî perwerdehî. Heke mamoste şagirtên xwe di warê sincê de perwerde bikin, ew zarok giş wê bibin azadîxwaz, wê bibin wekhevîxwaz. Li dibistanên fermî mamoste dikarin vêya bikin.
Dersên ji bo hilbijatinê bi Kurdî ne, mirov dikare hundirê vê pêkhatina fermî mişt bike. Lê kes guh nadiyê. Di civaka Kurdan de a girîng siyaset e, perwerdehî karekî vala ye.
Mirov ji xwe dest bi perwerdehiyê dike, di Kurdan de kes xwe perwerde nake. Em hev perwerde nakin, em dem û aboriya xwe ji perwerdehiyê re venaqetînin. Kî me perwerde dike: Dewlet. Dûre ji perwerdehiya dewletê kesayetên erjeng ji me derdikevin. Vê gavê mamostê me dewlet e; ji ber wê em înkarker in, derewîn in, bê sinc in, xedar in, ji xwe dûr in, bê çand û zanîn û ziman in...
Li Başûr statû û derfetên ji bo ziman gelek in. Li gel vê yekê jî tê gotin, bandoreke wê ya mezin ji bo ziman nîne. Çima wiha ye?
Li Başûr rêveberiyeke xerab heye, rêveberiyeke monarşîk heye. Malbata Barzanî hewl dide ku bibe monarşî, hewl dide ku bibe wek monarşiyên Ereb. Li dîrokê binêrin, ti monarşiyan guh nedaye ziman û çandê. Derdê monarşiyan desthilatdariya wan e, berjewendiya wan e; xema wan ne gel û ziman û çand e. Di demokrasiyê de çand û ziman û perwerdehî bi pêş dikeve, ne di monarşiyê de…
Kurd ewilî dibêjin “em dixwazin zimanê Kurdî fermî bibe û bibe zimanê perwerdeyê”. Li Başûr û dîasporayê pirr derfet hene jî, lê çima zimanên Tirkî, Erebî û Farisî ewqas di nava wan Kurdan de bi pêş ketine?
Rast e, dewleta Tirkiyê li hemberî Kurdî sûcdar e, Kurdî qedexe kiriye, divê lêborînê ji Kurdan bixwaze, û divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî. Lê ya ku vêya bi dewletê bide kirin, hêz û zanebûna me ye. Hêz û zanîna me tine be ev ê pêk neyê.
Li Başûr rêveberiyeke neteweyî tine ye, rêveberiyeke feodal heye, ji ber vê jî perwerdehî bi pêş nakeve. Li Ewrûpayê û dîasporayê Kurd, hemû ked û enerjiya xwe didin meş û xwepêşandanan, ev çewt e. Mirov bi perwerdehî û zanistê digihêje azadî û xweşiyê; nezanî bindestî û xizanî ye. Gerek niha li Ewrûpayê gelek zanîngeh, dibistan, ramangeh û laboratuarên Kurdan hebûna. Heke mirov di warê teknîk û zanistê de bi pêş bikeve, dewletên dinyayê wê li ber mirov bigerin, lê na dijberî wê mirov wê parsekê wan be. Gava Kurd diherin Ewrûpayê li wir xwe ji serdestiya Tirkî, Erebî û Farisî naşon, ji ber ku Kurdan li wir “serşokên bindestiyê” ava nekirine. “Serşokên bindestiyê” saziyên çandî, perwerdehî û zanistî ne.
Gelo tu xebatên ziman û wêjeyê yên Rojava dişopînî? Li gorî te divê Rojava ji bo ziman çi bike?
Li Bakur gelek mirovên reşbîn hene, barbara wan e: “Kurdî mir, Kurdî qediya, çû!..” Ev barbar bi kêrî tiştekî nayê; xelkê bê hêvî û bê moral dike û hew. Ev kes destê mirov ji xebatê sar dikin, “Madem wa Kurdî mir, de ka em jî dev jê berdin.” Bipêşketina li Rojava baş e, bersiva van mirovên reşbîn e. Zanîngeh û dibistan li wir hene, ev tiştine xweş in, hêvî ne. Lê ji bo parastina çand û ziman û neteweyekê, artêşek pêwîst e, hêza leşkerî girîng e, heger artêşa te tine be tê têk herî, lê belê ji bo rêveberî û pergaleke baş bi tenê hêza leşkerî têrê nake, hêza teknîkî û zanistî jî pirr pêwîst in. Rojava, li gorî hêza xwe, divê teknîk û teknolojî û zanistiya xwe bi pêş bixe, gerek laboratuwarên xwe yên zanistî çêke.
Ji bilî xebatên teknîk û zanistiyê gerek dadeke baş li Rojava hebe. Di mijara dadgehan de pêşniyaza min “pergala jurîtiyê” ye. Jixwe di nav civaka Kurdan de berê jî bi vî rengî pergalek hebû, “pergala rûspiyan”.
Gelo siyaseta Kurd bi rola xwe ya ji bo ziman çiqasî radibe?
Li Bakur hevserokên HDPê divê bi Kurdî zanibin û li her derê bi serbilindî bi Kurdî biaxivin. Yekî/a ku bi Kurdî nizanibe teqez divê nebe hevserokê HDPê. Vê gavê hevserokên HDP’ê, Kurdiya wan ji du bêjeyan pêk tê, “rojbaş” û “serkeftin”; ev têkbirina Kurdî ye, trajedî ye, hetîketî ye. Heke HDP bi Kurdî bipeyive, asîmîlasyona di nav Kurdan de wê % 50-60 kêm bibe, ev ewqasî girîng û acîl e. Selahettin Demirtaş ji bo Kurdî naxebite, ji bo Tirkî dixebite, siyaseta wî bi kêrî Kemalîstan û CHPê tê, jixwe ji ber wê piştgiriyê didinê.
Kurd bi siyaseta populîst azad nabin, wê gelekî zerarê bibînin. Siyaset ne heyraniya serdestan e, ne dilbijokî û şelafî ye; siyaset kûrahî ye, pêşbînî ye, hişmendî ye, fedakarî ye.
Tu rola nivîskar, helbestvanên nû ji bo ziman çawa dinirxînî?
Nivîskarên Kurd di mijara ziman de pirr fedakar in. Hinekan emr û ruhê xwe daye vî karî, wek mînak M. Çiya Mazî, bi fedakariyeke mezin wêjeyeke hêja afirandiye. Dilawer Zeraq, nivîskariya wî nivîskariyeke ramanger û azadîxwaz e. H. Kovan Baqî, wêjeya wî wêjeyeke bikesayet û resen e. Û gelek nivîskarên din ên Kurd wêjeyeke baş û kedeke helal afirandiye. Bi taybetî nivîskarên jin, gerek Kurd li pirtûkên wan miqate bin. Nivîskarên di zindanan de, pirtûkên wan hedimandina desthilatdariyê ye. Xwendevanên Kurd! Mala wan nekeve! Tê bê qey destê wan bi hine ye, dikarin pirtûkên nivîskarên Kurdî bixwînin. Ji nivîskarên serdest çêtir in. Qet nebe Kurdan asîmîle nakin.
Gelo Kurdî di çi rewşê de ye û hûn siberojeke çawa bo Kurdî dibînin?
Ger em miletekî mezin bin, divê em kêmaniyên xwe veneşêrin. Mesele ne ew e ku dijmin bi me bikene nekene, mesele serketina me ye, azadiya me ye. Bê rexne serkeftin çênabe. Ma piştî em û zimanê me têk herin qey dijmin bi me bikene baştir e?!
Heke saziyên Kurd ên sivîl, ên wek Egîtîm Sen, SES, Baro û hwd. û bi taybetî jî partiyên siyasî daxuyaniyên xwe bi Kurdî bidin wê Kurdî siberoja wê baştir be, lê na heke em quretiyên vala bikin û xwe bişibînin serdestên xwe wê Kurdî pirr xesarê bibîne. Dewletên serdest zimanê me pir êşand, divê em jî zimanê xwe neêşînin.