Dev ji têkoşînê bernadin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 00:58

  • Perwerdekara Med-Der’ê Berîtan Orak got: “Dibêjin Kurdî azad e, lê belê ew azadiya ku behs dikin ew azadiya di nava sînorên wan de ye.” Bêrîtan Orak da zanîn ku ew ê ji bo ziman her têbikoşin û daxwaza zarokan û civakê ya ji bo ziman bê bersiv nehêlin.

MEDÎNE MAMEDOGLU / NÛJINHA / AMED

Li Amedê roja 24’ê Îlonê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), avahiya Payîza Pirtûkê û Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê û gelek malan de girtin, 30 kes hatin binçavkirin. Ji wan 29 kes hatin berdan û hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.

Perwerdekara MED-DER Bêrîtan Orak ku hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan hate berdan destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê û daxwaza axaftina zimanê dayikê mafê herî bingehîn yê hemwelatiyan e û li ser polîtîkayên li dijî zimanê dayikê sekinî.

Bêrîtan Orak anî ziman ku di civakê de têkoşîna zimanê dayikê ku yek ji têkoşîna herî bingehîn e, ji bo wê xebat didin meşandin û weke komele qursan li dardixin. Bêrîtan Orak destnîşan kir ku beşdarvanên ji 7 salî heta 70 salî bi daxwaza axaftina bi Kurdî tên dersan û di nava xebatek mezin de ne û got: “Têkoşîna zimanê dayikê, ne tenê sazî û şexsek e, têkoşînek ku hemû gelê Kurd dimeşîne. Îro jî em ji bo armancekê li vê derê ne, ev ne hedef û armanca kesekê ye ya civakekê ye. Îro ji 7 salî heta 70 salî hemû kes daxwaza axaftina zimanê dayikê û perwerdeya zimanê dayikê dikin. Zimanê me yê dayikê nasnameya me ye, dayîk û bavên me di vê xalê de gelek êş kişand. Pêwistî bi behskirina berê nîne, tiştên wê demê hatî jiyîn li bîra her kesê ye. Sîstem tiştên ku di berê de heye, tevî sal derbas bûne îro car din dixwazin bixin meriyetê. Em vê qebul nakin. Berê li hemberî zimanê dayikê qedexeyên mezin hebûn, îro dibêjin ‘qasî hûn bixwazin hûn dikarin bi Kurdî biaxivin’ lê belê ev ji bo xwe dikin hincet, bi qasî ku dixwazin azadiyê didin me.  Dixwazin Kurdî weke azad bidin nişandan, lê belê zextên li hemberî tiyatroya bi zimanê dayikê, nivîsên bi zimanê dayikê li her qadê em dibînin.”

Li hemû zimanan xwedî derdikevin

Bêrîtan Orak da zanîn ku zext li her qadê berdewam dike û wiha dom kir: “Tehemula wan ji nivîsek biçûk bi Kurdî li ser cadeyan nîne. ‘Pêşî peya’ jî îro weke xeterî dibînin. Îro bi îradeyak azad, ez bi awayek azad bi zimanê xwe yê dayikê bi axivim wê ziyanek çawa bide vê civakê û vê sîstemê? Em vê baş dizanin; li qadên ku xwedî li zimanê dayikê derdikevin û diaxivin têkoşînek gelek cidî tê kirin. Lê belê bi zorê yek ziman, yek netewî bi vî gelî dide sepandin. Li vê derê em tenê ne li zimanê Kurdî, em xwedî li hemû zimanê dayikan derdikevin û diparêzin. Divê hemû gel û civak xwe bi zamanê dayikê bi awayek azad îfade bike.”

Em dest ji vê têkoşînê bernadin

Bêrîtan Orak destnîşan kir ku divê gel xwedî li têkoşîna zimanê dayikê û xebatên wê derbikevin û got: “Divê hemû gelê ku li ser van xakan dijîn xwedî li zimanê dayikê derbikevin. Divê jin zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin û xwedî lê derbikevin. Îro em di sekn û têkoşîna xwe de bi hêz û biryar in. Tu niyeta meya ku em dest ji vê têkoşînê berdin nîne, wê têkoşîn berdewam bike. Weke komele em di nava xebatek zêde de ne, daxwaza perwerdeya zimanê dayikê ya ku me daye destpêkirin. Di nava salekê de tenê yek ji xebatên ku me kiriye, her roj her têkoşîna me ya zimanê dayikê di her malê de hem em di mejî û hem jî di ruhê xwe de berdewam dikin. Her kêlî em dibêjin ‘êdî bes e!’ lê belê bi rastî tevî ewqas sal derbas bûye ji van êrişan re êdî bes e! Dema zimanê dayikê yê gelekê tê hedefgirtin, em baş dizanin nasname û pêşeroja wî gelê tê hedef girtin. Em ê li dijî vana hertim di nava xebat û hedefên berhemdanê de bin.”

‘Em ê bi gel re zêdetir werin gel hev’

Bêrîtan Orak bal kişand ku wê xebat û qursên komeleyê berdewam bikin û got: “Em dixwazin xebatên ziman di nava civakê de zêde bikin û belav bikin. Bi vê hedefê me di komeleyê de 4 komisyon îlan kir. Ji van komisyonan belavkirina zimanê dayikê û di her qadê de ji biaxivin hatiye avakirin. Di nava van xebatan de em ê hatina ba hev ya bi gel re berdewam bikin. Wê qursên me destpê bikin. Tenê daxwaza me zimanê dayika me û axaftina wê ye. Daxwaza perwerdeya zimanê dayikê û jiyana bi zimanê dayikê mafê me yê herî xwezayî ye. Em ji vê hatin dûrxistin, lê belê em naxwazin zarokên me ji vê jiyanê û vê daxwazê dûr bikevin. Heta dawiyê em zimanê xwe biparêzin û xwedî li daxwaza zarok û malbatan derkevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.