Destxetên Namî hatin weşandin

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Îlon 2021 - 06:29

Weşanxaneya Nûbiharê bi navê “Dîwana Namî” dîwana Fehmî Begê Pêçarî, tevî destxetên wî, weke kitêb nû weşand. 

Lêkolîner Yunus Demir bi metnên dîwanê daketiye û kitêb ji bo weşanê hazir kiriye.

Weşanxaneya Nûbiharê derbarê kitêbê û Fehmî Begê Pêçarî de van agahiyan dide;

“Fehmî Beg, li gundê Pêçarê yê li ser navçeya Liceyê hatiye dinê. Di helbestên xwe de mexlesa Namî bi kar aniye. Wek ku ji navê wî jî diyar e ew ji malbateke beg û mîran e; ji ber hindê wek ‘beg’ hatiye naskirin.

Wî diwana xwe ya bi navê ‘Mexmûru’d-Dewawîn’ di sala 1956’an de qedandiye. Asta helbesta wî di nav edebiyata Kurdî ya klasîk de ji aliyê hunerî û edebî ve xwedî cîgehekî mustesna ye. Xwedî zimanekî giran e, lê ewçend jî ji hêla hunerên edebî ve têr û dewlemend e. Dîwana wî, dîwaneke muretteb e. Ji şêst û heft helbestên Kurmancî û yeke Erebî pêk hatiye. Ji vê dîwana wî bes nusxeyeke destxetî maye, ku ew jî wî bi xetê xwe yê pir xweşik û bi awayekî hunerane nivîsiye.”

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.