- Kovara Kurdî Destar a wejeyî ku sê mehan carekê tê weşandin, bi hejmara xwe ya 3'yan gihişt ber destê kurdîhez û wêjehezan.
LEZGÎN AKDENÎZ / MA/AMED
Kovara Kurdî Destar a wejeyî ku sê mehan carekê tê weşandin, bi hejmara xwe ya 3'yan gihişt ber destê kurdîhez û wêjehezan.
Kovara Destar, ku bi dirûşma “Destarê Kurdî Hûr Dihêre” dest bi weşanê kiribû, piştî hejmara yekem, hejmara dûyemîn jî rastî elaqeyek mezin hatibû. Kovarê, bi konsept û naveroka xwe ya dewlemend û bi destargerên xwe yên kedkar, wêjekar û şoreşgerên ziman, di demeke kin de di qada wêjeya Kurdî de cihekî girîng û taybet girt.
Bergeheke nû diyar dike
Kovara Destar, bi heman dirûşmê û konsepta xwe ya xweser, di hejmara 3'yan de jî cih dide gelek nivîsên wêjeyî yên cihêreng. Di vê hejmarê de jî bi dehan destargerên Kurdî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji Ewrûpayê heta Qefqasyayê û ji gelek welatên cuda yên cîhanê bi nivîsên xwe yên têr û tijî û naverokên cûr bi cûr cih digirin. Destarê wêjeya Kurdî bi bîr û baweriyeke xurt fireh digerînin û hûr dihêrin; di qada wêjeyê de, rêgeh û bergeheke nû diyar dikin, rêçeke nû vedikin û wêjegeheke nû saz dikin.
Hejmara 3'yan a kovarê ji 208 rûpelan pêk tê. Ev hejmar jî, wek hejmarên din, li gorî mijar û naverokên cuda beş bi beş hatiye sazkirin û nivîsên bi dehan nîvîskaran tî de hene. Di beşa destarê Kurmancî de; li gel destarê lêkolîn, nirxandin û dahûrandinên teorîk-ramanî-zanyarî û rexneyî yên wêjeyî; bi mijarên dengbêjî, destan, gotinên pêşiyan û destarê wêjeya devkî jî hatiye gerandin û hêrandin. Herwiha, li gel destarên wek roman, çîrok, ceribandin, bîranîn, helbest, kovargeriya Kurdî û wergerê, destarê Kirmanckî, Soranî û Hewramî jî wek beşên bingehîn bi mijarên dewlemend ên cuda hatine gerandin û hêrandin.
Dê ‘wêjeya xwebûnî û gerdûnî’ saz bike
Di sernivîsa kovarê ya li ser navê “Destar” tê gotin: “Em ê bîr, hiş, têgeh, felsefe, teori û bîrdoziya xwe ya wêjeyî ji nû ve saz bikin û bi hemû celebên berhemên wêjeyî tacîdar bikin. Bi vê mebestê, hewl didin ku, bi tevnsazî, honandin, raçandin û ristina bîr, hiş, bext, giyan, mijar, ziman û vegotina wêjeya modernîteya demokratîk a ku me wek ‘wêjeya xwebûnî û gerdûnî’ bi nav kiriye saz bikin û pêş bixin, di vê mijarê de jî pêşengiya wêjeya cîhanê bikin.”