• Hin hunermend her tim li pey tiştên nû ne û dixwazin di warê afirîneriyê de şarezebûna xwe derxin holê, yanî ew ji bo vê yekê dixebitin. 

Hin hunermend her tim li pey tiştên nû ne û dixwazin di warê afirîneriyê de şarezebûna xwe derxin holê, yanî ew ji bo vê yekê dixebitin. Aiden Kringen jî bi wêneyên xwe yên parçebûyî yan jî parçe parçe vê yeke dike. Di tabloyên wî de bêhtir fîgûrên jinana hene, jinên bi îfade ne ev jin û bi awirên xwe hin hestên veşartî jî dihewînin. Kringen derûdora rû yan jî bedena van jinan bi parçeyên di rengê zêr, zîv û sifir de vedişêre. 

Ev teknîka wî ya ku fîgûrên xwe di nav parçeyên zêr, zîv û sifir de nîşan dide, li ser tabloyên wî enerjiyeke xurt ava dike û dike ku mirov bi fîgûrên wî re têkiliyekê çêkin ango li ser tabloyên wî biramin. Kringen tabloyên xwe wiha dinirxine; “Ez rastiya rêûresmên heyî hinek din piçûk dikim û bi awayekî nûjentir dinirxînim. Ji bo vê yekê ji geometriye sûdê werdigirim û fîgûrên xwe di vê çarçoveyê de nîşan didim. Ez fîgûrên xwe li gorî rengan û hestan pêşî parçe parçe dikim û paşê van perçeyan yek bi yek tînim ba hev û lihevtînim.”

Çavên fîgûrên wî yên ku axlebê wan jin in, weke ku tim li dûriyê binihêrin. Her wiha matmayîbûnek jî heye di awirê wan de. Paşxaneya ku parçe parçe tê xuyanê jî fîgûrên wî dorpêç dikin. Kringen vê rewşê jî wiha rave dike, “Ez weke hunermendekî, derzan çêdikim di nava wê xweşikiya îdealîzekirî de. Li gel kêmasiyên mirovan her wiha li hemberî xweşikî û ruhê paqij yê mirovan rêzê jî digirim. Ji ber van sedeman ez fîgûrên xwe di pêvajoyeke fraktal ango  geometrîk de nîşan didim.”

CALIFORNIA