• Bi kurtayî, hevalekî me yê pir û pir bi rûmet ji nava me koça dawî kir û çû ser dilovaniya xwe. Lewma em gelek xemgîn in, lê ji bo ku em hevalê Mûsa yê Efînê ne jî em serbilind in.

Ahmet Aktaş

27 sal berê ez hatim Elmanyayê û kesê destpêkê ku min naskir, yek jê Heval Mûsa bû. Piştî hatina min bi 4 mehan Heyva Sor a Kurdistanê fermî hat damezrandin. Birêxistinkirina vê saziyê pir bi lez û bi dilxwaziyeke bilind hat meşandin. Hema ez dikarim bêjim, Mûsayê me yê Êfrînî, di nava wan kesên pêşî de bû ku bûn endam û bûn dildarê vê xebata mirovperwerî ya bi rûmet.

Ji wê rojê û pê ve heta roja em hiştin û çû ser dilovaniya xwe, di vê xizmeta gelê xwe de gav bi paş ve navêt, belê bi pêşve avêt û her bi xurtî meşiya.
Weke derweşê dozê, weke xwediyê sozê, weke dildarê welat, bi sazî û hevalê xwe re hogir û heval bû. Her devliken bû. Di dema bûyerên tahl û bi êş û xemgîn de jî, qed moralê xwe û yên hevalên xwe xerab ne dikir. Her moral dida xwe û hevalên xwe.

Li himber helwest, rexne, heta neheqiyên ku lê bihata jî, pir bi sebir û tehamul û xweragir bû. Nayê bîra min ku wî yek heval aciz an hêrs kiribe. Lewma ez bawer dikim ku yek hevalê jê nexweş an dilmayî nîne. Giyanekî pir mezin ê fedekarane, canbexşane û dewrêşane pê re hebû. Çi karê ku biketa ser milê wî, xwe ji ber ne dida alî û nedigot na, hema dikete nava hewldanê ji bo pêk bîne.

Ez dikarim bêjim li hemû bajarên Elmanyayê û piraniya welatên Ewrûpayê xizmeta doza xwe û saziya xwe da meşandin. Her wiha, ez dikarim bêjim ji despêkê ve di asta rêveberiyê de kar hildabû ser milê xwe, lê wî her dem weke kesekî ji rêzê, weke endamekî ji rêzê, weke li jor min gotiye, weke derwêşê doza xwe birêve diçû, li kursî û pelikê ser milan nedinêrî.

Li gel kar û barê Ewrûpayê, dema karê saziyê li Başûr û Rojava jî derket, qet bê dudilî, hema bi dilxweşiyeke mezin, xwe da pêş û kar hilda ser milê xwe û kete ser rêya Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Di van her du karên xwe de jî bi serkeftî xebitî.

Belê ez bi taybetî dixwazim, hinekî behsa karekî wî yê taybet ê li Rojava bikim. Weke tê zanîn Şoreşa Rojava nû despêkiribû (2012). Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê, li ser vê bûyera bi rûmet û giranbuha civiya û di encamê de, li gel pir biryarên hêja, biryara him piştgriya gelê me yê wir yê hewcedar bike û him jî destekeke xurt bide ku li wir; saziyek xuşk-bira: HEYVA SOR A KURD were damezrandin.

Hema bi lez û bez, li gel Rojava peywendî hate danîn û wan jî bi kêfxweşiyeke mezin, ji van pêşniyarên me re razîbûna dan nîşan. Ji bo vî karî jî, bêguman ê herî kêrhatî, hevalê me Mûsayê Êfrînê hate dîtin. Helbet ew jî bi peywir û erkekî wisa serbilind û dilxweş bû. Ji bo avakirina saziyê, çi bi nivîs û çi bi awayê din lazim bûn, hatin amadekirin û hevalê me gelek bi coş, weke her demê bi dewrêşane kete ser rêya Rojava. Di encamê de, weke her kar û xebata xwe, ev karê xwe jî bi serkeftî pêkanî û bi serbilindî vegeriya Elmanyayê.

Bi kurtayî, hevalekî me yê pir û pir bi rûmet ji nava me koça dawî kir û çû ser dilovaniya xwe. Lewma em gelek xemgîn in, lê ji bo ku em hevalê hevalekî wisa ne jî em serbilind in.

Ez weke hevalekî wî yê 27 salan, wî şehîdê saziya HEYVA SOR A KURDISTANÊ dibînim û ez bawer dikim ku ew nuha li cem Şehîdên Kurdistanê mêvan e!
Hevalên weke Mûsa nayên jibîrkirin û divê neyên jibîrkirin!