Dersa li ser dengbêjî û Miradê Kinê

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Nîsan 2021 - 03:13

Li zanîngeha Exeter, Beşê Lêkolînên Kurdî rêzesemînerên xwe yên li ser Belgekirin û Arşîvkirina Mîrasa Kurdî dewam dike. Beşa 4'an a semîneran 20'ê Nîsanê wê bi awayekî online dewam bike. Van rêzesemîneran Dr. Farangis Ghaderi ya ji Zanîngeha Exeter û Dr. Joanna Bochenska ya ji Zanîngeha Jagiellonian a Krakowê organîze dikin.

Di semînera 20'ê Nîsanê de Dr. Duygu Çelîk bi ser navê "Dengbejs' Performance as Inspiration for Modern Kurdish Theatre and Music" (Performansa dengbêjî weke îlhama şano û muzîka modern a Kurdî) dersa xwe saet 15:00 -li gorî saeta Elmanyayê dide. 
Dr. Argun Çakir jî wê bi sernavê "Miradê Kinê Among His Contemporaries: Recorded Music, Urbanisation, and Kemaçe Performance in the 1970s" (Miradê Kinê di nava hevçerxên xwe de: Muzîka qeydkirî, bajarîbûn û îcraya kemaçê di salên 1970'yî de) dersa xwe bide.

Kesên dixwazin beşdar bibin, divê xwe ji bo dersa li ser înternetê qeyd bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.