Dêrik bi doza şehîdî re bû yek
Sêşem 21 Hezîran 2022 - 22:42
- Bi beşdarbûna bi deh hezaran kesî, cenazeyê şehîd Ferhad Şiblî doh berêvarê li Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê hat veşartin.
Bi beşdarbûna bi deh hezaran kesî, cenazeyê şehîd Ferhad Şiblî doh berêvarê li Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê hat veşartin.
Bi deh hezaran kesî û di nava wan de nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD, QSD, YPG, YPJ, nûnerên partiyên Kurd, Erebî, Suryan, Ermen, kesayetên welatparêz, rûspiyên pêkhateyên herêmê û dayikên şehîdan bi hev re cenazeyê şehîdî pêşwazî kir û spart axê.
Darbesta cenazeyê şehîd Ferhad Şiblî bi ala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryiê û gulan hat xemilandin. Xelkê cenaze ji Nexweşxaneya Dêrikê wergirt û bi diruşmeyên "Şehîd namirin" û "Bimire xiyanet" ew bir goristanê.
Doh wekî din li Dêrikê ji bo şîna ragihandî ji ber şehîdkirina Şiblî, dikan, sûk û bazar nehatin vekirin.
ANHA/DÊRIK