- Lîstikvan û derhênerên Başûrê Kurdistanê sedema bipêşneketina sînemaya Kurdî, bi nebûna derhênerên baş rave dikin.
Doh roja Cîhanî ya Sînemayê bû, li bajarê Silêmaniyê jî bi vê boneyê çalakiyên hunerî hatin lidarxistin. Lîstikvan û derhênerên Başûrê Kurdistanê sedema bipêşneketina sînemaya Kurdî, bi nebûna derhênerên baş rave dikin. Ew wekî din dibêjin, Wezareta Rewşenbîrî giringiyê nade sînamaya Kurdî.
Li gorî daneyên Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê di sala 2020’an de 22 destûr ji bo çêkirina rêzefilm, film û kurtefilman hatiye dayîn. Lê ji van, tenê filma ‘Peykerê Dil’ di ekranên televziyonê de hatiye weşandin.
Derbarê rewşa sînemaya Kurdî de, lîstikvan Merîwan Ibrahîm got, sedema nebûna filmên baş, kêmahiya senarîstan e. Herwiha sedemeke din lewaziya sînemaya Kurdî ye, ji ber ku Wezareta Rewşenbîrî alîkariya pêwîst pêşwazî nake.
Derhêner Mebest Serdar jî destnîşan kir ku tevî Wezareta Rewşenbîrî alîkariya wan nake, ciwan jî xwe nadin ber karê sînemayê. Serdar got, sedema bipêşneketina sînamaya Kurdî jî derhêner in. Wek sedem jî wî got; “Ji ber ku ne xwediyê fikreke berfireh in, ji bo vê sînemaya Kurdî her tim di nava çarçoveyeke tenê de li dora xwe dizivire. Senaryo gelek dubare dibin, ji bo wê jî bala bîneran nakişîne.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ