• Truffaut, li gorî serhatî û çîroka Antoine bi pergala kamerayê dilîze û di pergala sînemayê de dibe zarokekî weke Antoine. Qeyd û bendên sînemayê dişikîne û bi saya vê filmê şêwazên nû peyda dibin li sînemayê.

ARDÎN DÎREN

"Çima em lênadin û ber bi qiraxan ve naçin..." *

Pergal, malbat, deshilatdarî, sazî, dibistan, jiyan û ruhê zarokekî şikestî! Zarokekî ku dilê wî ji jiyanê maye û şûşa dilê wî ya şikestî nacebire bi ti awayî... Zarokekî ku di birînên xametiyê de hewl dide mezin bibe. Lê sînorên li pêşiya wî nahêlin ku ew mezin bibe û azad bijî. Ew sînorên ku hilberînerî û afirîneriya zarokan dikuje û xeyalên wan pûç dike. Pergaleke ku bi sazî û dezgehên xwe hemûyan ruhên azad difetisîne. Pergala ku afirîneriya zarokan qir dike û xeyalên wan dikuje!

Filma derhênerê Fransî, François Truffaut ya bi navê “400 Derb (400 coups)” di ser zarokekî re pergalê rexne dike û pergalê sûcdar dike. Filmeke reş û spî ye û sala 1959’an hatiye çêkirin. Filmeke wek navê xwe bi derb e û tişta ku dixwaze bibêje, zêde şêlû nake û xema xwe baş derdibire.

Di hundirê qefesan de hilnayê

Antoine ("Antuwan" bixwîne) zarokek e, wek kevokeke ji qefesa nêçîrvanê xwe bifire, berê xwe dide qiraxa behrê... pergal û desthilatdariya kesan bêhn lê çikandiye û ew di bin çavdêriya pergalê de dîlekî birîndar e, ne li dibistanê û ne jî li cem malbata xwe bicihkirî ye. Bi her gava xwe li hember destihilatdariyê ye. Lawekî zêde bi tevger e û tevgerên wî jî qet naşibin yên zarokan. Ew "pîç"ek e ku ji saziyan hemûyan hatiye qewirandin! Antoine, paşê hîn dibe ku bavê wî yê bi rastî, ne ew kes e ku bi diya wî re dijî. Ji lewre ne dê û ne jî bav lê xwedî derdikevin, ji ber ku malbata wî her tim bi tiştên din re mijûl e, ew pirrî caran tê jibîrkirin û îhmalkirin. Lê ew jî bi rikeke ecêb serî danayne û li pey ya dilê xwe diçe. Bi ya xwe dike. Li gorî dilê xwe dijî, çi dixwaze yan jî ji dilê wî çi tê, wê dike. Ji ber wê, her tim bi bersivên hişk li nav dev û guhên wî dikevin, ta ku ew dibe dîlê pergala kufikgirtî. 

Rast e, divê zarok bi zarokatiya xwe zanibe! Nexwe... di dawiyê de ceza heye ma ne wisa? Ez zêde dirêj nekim, gelek serhatiyên Antoine çêdibin, lê herî dawî ji ber ku daktîloyekê didize, bavê wî wî teslîmî “dewlet”ê dike û çawa ku bibêje, “Ha ji we re, êdî hûn lê mêze bikin!” Lê Antoine di hundirê qefesan de hilnayê û ew ji bêhna kufikê ya hepsan jî pirr aciz e û dixwaze ber bi qiraxan ve here. Ew êdî ne dilek e ku di qefesan de were girtin! Her çiqas kes bawer neke jî ew mezin dibe û di rêya kamilbûnê de dimeşe.

‘Ev çibû bi serê min de hat!’

Piştî Antoine ji hepsê derdikeve, wî dibin teslîmî tîmarxaneyekê dikin û dixwazin wî aş û îsleh bikin. Ma ji xwe pergal jî li ser îslehkirinê nehatibû avakirin!? Lê Antoine ruhekî azad e, ew di nav çar dîwarên saziyên pergalê de nikare bisekine û tebat pê nakeve. Piştî çend rojan, ew li rêya xelasbûnê digere û gava keysê lê tîne jî ji refên zarokan diqete û xwe di ser têlan re diavêjê û ber bi behrê ve diçe. Helbet, gelek sekansên baş hene di filmê de lê sekansa ku herî baş behsa psîkolojiya Antoine dike, ev sekansa ber bi behrê ve ye. Ji bo çîroka filmê gelek bi mane ye û metaforeke baş e jî.

Piştî ku Antoine pêlên behrê hembêz dike, li kamerayê dinihêre û em bi awirên wî re rû bi rû dimînin. Awirekî ku me matmayî dihêle û hin tiştan ji me dipirse heye bi Antoine re. Wek ku ji me re bibêje, "Ev çibû bi serê min de hat!" Em jî bi vê awira Antoine a ku me sûcdar dibîne re li ser zarokatiyê û saziyên pergalê careke din diponijin. 

Heqet, ev çi ye em bi serê van zarokan de tînin û nahêlên ku ew ber bi qiraxan ve herin!? Em çima bi sînorên xwe ruhê wan difetisînin, wan dixeyidînin yan jî ji jiyanê sar dikin û nahêlin ku ew afirîneriya xwe derxin holê? 
 
Qeyd û bendên sînemayê dişikîne

Antoine, bi kirinên xwe çalakîyên 400 derbî li hember hişmendiya pergalê pêk tîne! Ew dilê xwe bi wan rehet dike û li hember pergala riziyayî "serhişkiyan" dike. Bi aqilê wan dilîze û wan aciz dike. Bextewariya wan hildiweşîne. Bi vê yekê jî dixwaze ber bi behrê ve here û xwe li nav pêlên behrê bide. Qirax li benda wî ne û ew li benda jiyaneke cihê ye. Ji ber wê, dide pey xeyala xwe û dixwaze asoyan hembêz bike. 

Truffaut, - ev çîroka zarokatiya wî bi xwe ye - li gorî serhatî û çîroka Antoine bi pergala kamerayê dilîze û di pergala sînemayê de dibe zarokekî weke Antoine. Qeyd û bendên sînemayê dişikîne û bi saya vê filmê şêwazên nû peyda dibin li sînemayê. Truffaut jî dixwaze ber bi qiraxên sînemayê ve here û pêlên nûtirîn hembêz bike. Ji lewre, ew jî wek Antoine ji pêlên heyî yên sînemayê aciz e. Ev filma wî yek ji filmên herî girîng ên dîroka sînemayê ye. Her wiha yek ji filmên herî baş yên ekola “Pêla Nû” ya Fransayê jî tê qebûlkirin. 

Yanî mirov dikare bibêje, ev film di dîroka sînemayê de çalakiyeke 400 derbî ye! Bi şêwaz û zimanê xwe yê resen ê sînemayî xwe li sînoran diqelibîne û teknîkên vegotinê yên nû diceribîne di sînemayê de.

400 Derb bi Fransî ji bo "reva ji dibistanê" yan jî "neçûyina dibistanê" tê bikaranîn.

*Andrey Voznesenski