- Deqvan Mirov tenê ji bo xweşik werin xuyakirin deqan çênakin, mirov hizrên xwe yên xemgîn û kêfxweş bi deqê derdibirin. Êş û xemên xwe bi deqan anîne ziman, yanî deq bi me re dipeyivin, lê em fêhm nakin.
ARDÎN DÎREN
Fatma Temel keçeke ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye û ev nêzî 5 salan e ku bi deqan daketiye û li ser bedena jinan deqan çêdike. Wê destpekê li Dêrikê ev kar dîtiye û li wir fêrî çêkirina deqan bûye. Niha jî ji xwe re li Amedê li “Taxa Îskenderpaşa”, di kûçeyeke teng de kargeheke piçûk ya bi navê “Deq.Art” vekiriye û li wir deqan çêdike. Fatma dibêje, ji bilî ciyê wê ciyekî ku karên deqan çêdike tine ye û wê jî bi zanebûn ev cî vekiriye. Ew dixwaze vê rêûresma Kurdî biparêze û bi şîr û teniyê ango bi rêbaza berê deqan çêdike. Deqên çêdike heta mirinê li ser bedena wan kesan dimînin.
Fatma serpêhatiya xwe ya deqan wiha tîne ziman, “Destpêkê min li Dêrikê dest bi çêkirina deqan kir. Gava min dît li ser bedana hin jinan deq hene ev yek ji min re bû meraq û min got, ez çima çênekim. Yanî min ji wan pirsî ka çawa çêdibe, wan jî got, em bi şîr û tenîyê çêdikin. Min jî li mal ceriband û ez xwe bi xwe fêrî karê deqan bûm. Pêşî min çêkir, paşê min ji bo xwişka xwe, keçên xaltîk û keçên apên xwe çêkir. Ev 5 salên min in ku ez deqan çêdikim.”
Beriya kargehê wê li malê çêdikir
Fatma piştî fêrî karê deqan dibe ji bo zanîngehê tê li Amedê bi cih dibe. Wê li Zanîngeha Dîcleyê beşa çapemeniyê kuta kiriye. Piştî zanîngehê demekê rojnamevanî jî kiriye lê dîsa li vî karî vegeriyaye. Jixwe, dema ew li zanîgehê bûye jî ev kar domandiye û deq çêkirine. Fatma dibêje, “Dema ez li zanîngehê bûm jî min deq çêdikirin, hevalên ku kêfa wan ji deqan re dihat, li ser laşê xwe çêdikirin. Yanî ewilî hevalên nas çêkirin, pey re jî hevalên ku dibihîstin dihatin cem min û min ji wan re deq çêdikirin. Berê cihekî min tine bû û min li mala xwe çêdikir. Piştî ku min dît, daxwaz heye min got, ez çima kargehekê venekim û li wir karê xwe yê deqan nedomînim. Bi vî awayî min kargeha xwe ya deqan vekir.”
‘Mentiqa tattooyan copy past e’
Niha gelek kes “tattoo”yan çêdikin li ser bedena xwe, lê li gorî Fatma ti maneya tattooyan tine ye û gelek tattooyên ku tên çêkirin jî wek “copy past [kopya bike pê ve bizeliqîne]” dinirxîne. Fatma dibêje, ti kûrahiyeke tattooyan tine ye û ew bê mentiq tên çêkirin. Fatma ji bo deqan dibêje, “Lê deq ne wisa ye, deq dîrokeke wê heye û çend hezar sal e wek çandeke kevn heya roja îro hatiye. Di gelek lêkolînên bin erdê de şopa motîfên deqan hatiye dîtin. Ev tiştekî razdar e, ji min re mîstîk e, wekî din di vî karî de kedek jî heye û wek hunerekî lê dinihêrim. Gava ez deqan çêdikim xwe baştir hîs dikim û bi saetan jî deqan çêkim qet aciz nabim. Li gorî derfetên xwe ez dixwazim vê rêûresma kevn dewam bikim û biparêzim. Nexasim jî deqên kevn yên windabûne, dixwazim çêkim.”
Li gor cih motîf diguherin
Fatmayê da zanîn ku wê her lêkolaye û hînî tiştên nû bûye. Wê behsa gelek motîf û maneya wan jî kir: “Mînak motîfeke şeh heye li ser mil û destên xwe çêdikin. Vê motîfa şeh, bêhtir jin çêdikin û ji bo gava herin ser kaniyê bala mêran bikişînin, çêdikin. Hin jin jî ji bo ku hewî neyê ser wan, li ser destê xwe motîfên deqan çêdikin. Wekî din hin motîf hene ew eşîra kesan diyar dikin, hin motîf hene ji nezerê diparêzin û hin motîf jî hene ji bo mirov nexweş nekevin tên çêkirin. Dikarim bibêjim, her motîfek xwedî maneyekê ye. Jixwe, her motîf jî li her deverê nayê çêkirin, mînak motîfa ser destan, a li ser çenê, a li ser eniyê û a li ser mil û piştê ji hev cuda ne. Hin motîf hene li ciyên ku nayên dîtin, tên çêkirinê û di maneya niviştan de tên çêkirinê. Yanî li gorî cihê ku tu dixwazî deqê çêkî, motîf diguherin.
Deqên bi şîrê dayikê û tenîyê
Fatma dibêje, deq rêûresmeke kevn e û kesên motîfan çêdikin, heta mirinê ev motîf li ser laşê wan dimîne. Ji ber vê yekê jî ew pêşî kesan hişyar dike û gava bikeve serê wan ji bo wan deqan çêdike. Fatma dibêje, li gorî mezinbûna motîfan, dema çekirina wan jî diguhere û wiha pê de diçe, “Hin motîf saetek li wan diçe û hin motîf jî hene 2-3 saet li wan diçin. Tenê bi derziyekê û qeweta destan ez vî karî dikim.” Fatma ji bo karê deqan tenê şîr û tenîyê bi kar tîne. Lê şîrê bi kar tîne divê yê dayikên ku nû zarok anîbin dinyayê be. Li ser pirsa me ya “Tu çawa şîrê dayika peyda dikî?” jî Fatma wiha li me vedigerîne:
“Destpêkê min tenî jî û şîr jî ji gund peyda dikir. Lê piştî ku min kargeh vekir, min ji xwe re çira anî û bi vî awayî ji ber çiraya lembeyê ez tenîyê çêdikim. Min teknîka wê saz kiriye û ji bo min tenî hêsan e. Lê dîtina şîr hebkî zehmet e, bifikirin, nexasim jî divê şîrê dayika ku keç anî be, were bikaranîn. Destpêkê ji bo şîr min zehmetî kişand, lê kesên li cem min deqan çêdikin, ew bi min re dibin alîkar û ji min re bi awayekî şîr peyda dikin.”
Dê Şahmaran û Teyrê Tawis çêke
Fatma bi bîr dixe ku gelek şêwazên deqan hene lê wê navên wan yê taybet nebihîstiye. Fatma dibêje, navên weke “nîvtav”, “dûpişk” û “şeh” hene lê hinek motîf jî hene navên wan tine ne, lê xwedî mane ne û gelek tên çêkirin. Hin motîf jî hene Fatma bi xwe ev nav li wan kiriye, “Niha motîfek heye min navê xwedawenda ‘star’ lê kiriye û ez wisa bi nav dikim.
Motîfeke din jî heye min navê ´wate´ lê kiriye. Yanî ev motîf jixwe hene, ez tenê nav li wan dikim. Heta ji min tê motîfên heyî çêdikim niha, lê di dema pêş de dixwazim hin motîfên nû jî biafirînim, ji bo vê yekê jî lêdikolim û xebatên min hene.
Nexasim jî li ser motîfên Şahmaran û Teyrê Tawis dixebitim û dixwazim siberojê van motîfan çêkim.”
Êş û xemên xwe bi deqan derbirîne
Fatma herî dawî dibêje, ew dixwaze ji bo fêrkirina karên deqan kargehan li dar bixe da ku ev kar neyê jibîrkirin. Wê bi kesên ku li ser deqan dixebitin yan jî lêkolînan dikin re jî peywendî çêkirine û di vî warî de lêkolînên wê bi xwe jî hene. Fatma dibêje, heta niha gelek wene, belgefilm, nivîs û lêkolîn dîtine, lê dîsa jî dilê wê bi wan rehet nebûye. Fatma gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Tiştên heyî dilê min rehet nekirin ji ber wê jî ez bi xwe dixwazim biçim jinan bibînim û ji wan bipirsim bê ka çima ev deq çêkirine li ser bedena xwe û serhatiya wan çi ye. Mirov tenê ji bo xweşik werin xuyakirin deqan çênakin, mirov hizrên xwe yên xemgîn û kêfxweş bi deqê derdibirin. Êş û xemên xwe bi deqan anîne ziman, yanî deq bi me re dipeyivin, lê em fêhm nakin.”