Deptera edebiyata Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Hezîran 2021 - 02:01

  • Kovara Depter ji bo ziman û wêjeya Kurdî gaveke nû ye. Depterê bi pênûsên gelek nivîskar û helbestvanên Kurd dest bi weşana xwe kir. Ew jî ji bersivên li dijî dewleta Tirk a dagirker e ku bi qirkirina Kurdan a fizîkî, çandî û siyasî radibe.

YAŞAR AKSU / AMED

Gelek nivîskar, helbestvan û rewşenbîran di bin banê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê (KNM-MYD) de xwe bi rêxistin kir û wan dest bi xebatên zimanê Kurdî kir. Piştî ku komele 2019´an hate avakirin, bi alikariya rewşenbîr û hûnermendan çalakiyên wekî semîner, panel û amadekirina antolojiyan, gelek xebat bi rê ve birin. Komele niha jî bi hêjmara yekemîn a kovara bi navê Depterê gaveke nû di jiyana wêjeya zimanê Kurdî de diavêjê û berê xwînerên Kurd dide edebiyatê.

KNM´ê beriya niha berhema “Antolojiyên Çîrokên Mezopotomyayê” çap kiribû. Di Gulana bihurî de jî bi hêjmara yekê ya kovara Depterê, kovareke nû li kovarên Kurdî zêde kir. KNM dixwaze ku xwendevan û wêjehezên Kurdîstanî hilmeke nû bistînin. Kovara Depter dê bi lêkolîn, çîrok, helbest û nivîsîn cûr bi cûr, 3 mehan carekê bi temamî bi Kurdî were çapkirin. Kovara Depterê, di bin sîwana KNM´ê de û bi alikariya endamên wekî Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd û saziyên din, wê salê çar hêjmaran derêxe.

Agirê edebiyata Kurdî gur dike

Hevserokê KNM´ê Eyyup Guven, armanca kovara Depter'ê wiha dinirxîne: "Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê (KNM) bi xebatên edebî û rêxistinî kete sala xwe ya duyemîn. Di sala yekemîn de bi tevkariya pêncî nivîskarên hêja, pirtûka Antolojîya Çîrokên Mezopotamyayê wekî berhema KNM´ê hate çapkirin. Armanca komeleya me ew e ku gav bi gav, roj bi roj agirê edebîyata Kurdî li hawirdora cîhanê gur bike û di warê edebiyatê de bi zimanê dayikê berhemên nû biafirîne û belav bike."

Ji 1913´an ve kovergeriyeke bênavber

Nivîskar Guven balê dibe ser dîroka kovargeriya Kurdî û dibêje, "Di dîroka Mezopotamyayê de bi zimanê Kurdî pirr kovar hatine çapkirin. Dema mirov li dîroka kovarên Kurdî dinihêre, mirov dikare bibêje, di serî de sala 1913'an de kovara Rojî Kurd û di sala 1932'yan de kovara Hawar bûne wek nimûneya kovarên Kurdî yên herî bibandor û binavûdeng. Ji wê dîrokê û bi şûn ve weşana kovaran dewam kiriye. Ger ji ber zor û zextan demekê hatibê rawestandin jî ev qet nesekiniye û herdem li cihekî serê xwe bilind kiriye û kovaran weşanên xwe netefandine."

Wê bibe pir di navbera şagirt û hostekar de

Di salên dawî de, bi avakirina înstîtûyên zimanê Kurdî, kovarên akademîk jî dest bi weşanê kirin. Nivîsakar Guven, li ser girîngiya kovergeriya Kurdî dibêje, "Em hêvî dikin ku ev kovar wê di navbera pênûsên nû û pênûsên pispor de bibe pirek. Ew dê ji hêla edebiyatê ve bibe pêlikeke nivîsê û bibe baskê kaniya wêjeya Kurdî. Gava ku xwendevan her rûpelekî Kovara Depterê biqulipînin û nivîsekê bixwînin, wê xwe wekî mîsqalê zeretê di cîhana edebiyata Kurdî de bibînin. Yên ji bo Kovara Depterê piştgiriya xwe bi nivîs û ramanên xwe û di warê meteryalan de alîkarî dane me, em wekî rêveberî û lijneya kovarê malavahiya wan dikin."
Kovar wê her demsalê re hêjmarekê biweşîne. Jixwe, bi nivîsên cuda yên gelek nivîskaran hêjmara 'Havîn' ê, ya yekem dawiya Gulanê hate çap kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.