- Ma Music Adara bê ji bo zarokên piçûk û dêûbavên wan Zarok Ma´yê vedike. Koordînatorê wê Şêrko Kanîwar wekî din mizgîniya konsera 4´an a Amîda jî dide. Konser wê li Sûrê bê dayîn.
BÎRCAN DEGÎRMENCÎ
Xezal sibe zû ye lê ez nexweş im аax lo rebeno li minê lo birînek çê
Kesekê xwedanê xêrа tunîne, cabekî bide xezal
mi bi tenê melhemekî çêke ji şîr û аar şekir lo ji warê kilsê
Hew rebeno gidî
Hunê kefenê mi bibirrin çîtê dêrê qîzayê
Ax lo filankesê
Hewar e xwedê
Em hemû hiş bûn, me çavên xwe vekirin û me guh da vî dengê qedîm ê ji Şikeftên Hesûnî hat. Her tiştî bi wê zêmara Sarya Ertaşê dest pê kir; tê de wê behsa bênefesmanê, nexweşiyê û bêçarebûnê kir. Eynî weke ku behsa vî zemanî bike.
Van rojên em di malan de asê bûne, hunermendên MA Music em ji ser doşekên me rakirin, ji malan derxistin û gihandin wan bedewiyên bajêr ên xwezayî û dîrokî. Bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) hunermendan hinekî em ji rûtîna pandemiyê xilas kirin. Ji qewlê Mikail Aslan, “kilamên me ji hepsa malê xilas dikin”.
Muzîkjenan pêşî em li Şikeftên Hesûnî, Kelha Zerzevanê û Gorên Qralan ên Gêlê kirin mêvan. Niha jî ew ê me li Sûrê. Ev konserên bi navê Dengê Rabihuriyê Amîda, xwedî li nasname, ziman û çanda bajêr derdikevin. Em bi koordinator û perwerdekarê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar re li ser mijarê peyivîn.
Gava ku 2016´an qeyûm şaredariya bajarê mezin a Amedê dagir kir, 13 perwerdekar û bi sedan xwendekar li der mabûn. Lewma qeyûm Konservatuwara Aram Tîgran girtibû. 3´yê Adarê bi alîkariya 400 malbatan Ma Music Center hat vekirin. Destpêkê bi tirseke mezin. Ji ber ku pêşî wan bê pere xizmet dikir, niha neçar bûn pereyan bistînin ji xwendekaran.
Lê Ma Music di meseleya heq dest de, dîsa jî nerm bû. Malbatên gelek zarokên wan hene, tenê heqê yekî dikarîn bidin, hin malbatên rewşa wan baş bêhtir pere dan, hinan jî li gorî rewşa xwe heqekî kêmkirî da. Bi gotinên Şêrko Kanîwar, wan kes ji ber heqê kursan ji devê deriyê xwe venegerand.
Di nava salekê de hejmara muracaetên Ma Musicê ji hezarî bihurîn. Zimanê li akademiya zarok û mezinan Kurdî ye. Lê di kursan de perwerde pirrzimanî ye.
Şêrko li ser mijarê dibêje, “Malbata ku zarokan tîne vir, em jê dipirsin ka dixwaze em dersê bi kîjan zimanî bidin. Mixabin pirraniya zarokên tên kursan bi Kurdî nizanin. Ji ber ku di dema dersê de zimanê em bi kar tînin ji sedî 95 Kurdî ye, gelek zarokên hîç bi Kurdî nizanin lê piştî bi salekê hînî Kurdî dibin.”
Li akademiyê dersên Teoriya Muzîkê, Formên Muzîkê, Formên Muzîka Dinyayê, Formên Muzîka Kurdî, Operatoriya Studyoyê, Notasyon, Berhevkirinê tên dayîn. Her kesa mezûn bibe ji bilî amûra lê dixe, di branşekê de pispor dibe.
Perwerdeya dengbêjiyê û Zarok Ma
Li akademiyê wekî din dersên dengbêjiyê jî tên dayîn. Pirraniya dersan ji ber pandemiyê online jî bin, hîna bi tevdîran dersên li avahiya Ma Musicê jî dewam dikin.
Halê hazir ji ber ku Înstîtuya Goethe miracaeta wan a fînansmanê qebûl kir, wê li mekanekî ji bo zarokên 0-5 salî tevî beşdariya dêûbavan dersan bidin. Ev jî wê bibe Zarok Ma. Şêrko Kanîwar dibêje, ew ê di çarsaliya Ma Musicê de yanî 3´yî Adara 2021´an de vî mekanî vekin.
Konsera bê li Sûrê ye
Ji bo konserên Amîda jî Şêrko Kanîwar dibêje, li ser pêşniyaza dayikeke endama DTSO´yê wan ev proje dest pê kiriye, û wiha dewam dike: “Mekanên konseran ên heyî hemû di destê desthilatê de ne. Û mirov nikare konsera bi dilê xwe li wan bike. Park qedexe ne. Her tişt qedexe ye. Wan ji me pirsî, gelo em dikarin konserên zindî bikin ji bo ku mekanên dîrokî û çandî yên Amedê bidin nasîn. Me qebûl kir.”
Plansaziya 10 konseran tê kirin û ji bo her konserê repertuwarên cihê tên diyarkirin. Heta bi Newrozê konser hatine plankirin. Konsera bê ya çaran e û wê li Sûrê bê girtin. Li gorî Şêrko Kanîwar ji ber zivistanê, konser wê li mekanekî ser girtî be. Lê piştî Newrozê, konser wê dîsa li derve bin.