- Radyoya Dicle FM ya ku avahiya wê li Dêrikê ye, dest bi weşana xwe kir.
Piştî weşana testê ya ji 18’ê Gulanê ve, radyoya Dicle FM bi zimanê pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê hemûyan li ser pêla fm 89.7 dest bi weşanê kir.
Radyoya Dicle FM ya ku avahiya wê li Dêrikê ye piştî hemû amadekariyên teknîkî û temamkirina hejmara kadryoyên ragihandinê dest bi weşandinê kir. Weşana testê ya radyoyê 18’ê Gulana bihurî dest pê kiribû.
Radyoya Dicle FM yekane radyo ye li herêma Dêrikê, bernameyên xwe bi Kurdî, Erebî û Suryanî diweşîne û hewl dide bibe dengê civakê û minareya naskirina çanda gelê herêmê. Armanca vekirina Dicle FM´ê ew e ku dengê civakê û pêkhateyên herêmê bigihîne cîhanê û çand, mîrate, ziman û çanda jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de bide naskirin.
Bi Ey Reqîb dest bi weşanê dike
Dicle FM bi sirûda “Ey Reqîb” dest bi weşanê dike, piştre bernameya “Roj Baş” dest pê dike ku ji nihêrînên guhdaran ên têkildarî mijarên cihêwaz ên li ser xizmetguzarî û civakî, pêk tê. Li aliyekî din jî her tim muzîk û stranên bi zimanên xelkê herêmê, nûçeyên nava rojê û bernameyên herêmî, civakî û çandî jî diweşîne.
Gerînendeyê Radyoya Dicle FM´ê, Melevan Resûl têkildarî sîstema kar û xebata radyoyê got, “Em li têbînî û rexneyan vekirî ne, em li nihêrînên pêkhateyan ên li ser xizmetguzarî, civakî û siyasî jî guhdarî dikin da ku dengê wan bigihînin derve.”
Berhemeke Şoreşa Rojava ye
Resûl got, “Di bernameyên radiyoyê de ji bo me bêalîbûnê esas e, û bi rêya weşanê û belavkirina çandê, mîrateyên pêkhateyên li herêmê hemûyan, em hewl didin jiyaneke hevbeş ava bikin. Dicle FM yek ji berhemên Şoreşa Rojava ye.”