MIHEME PORGEBOL

 

Aplîkasyona bi navê “Dengê Pirtûkan” hewl dide ku berhemên Kurdî tomar bike û bi dengên van berheman pirtûkxaneyekê ava bike. Bi rêya telefonê, her kes wê karibe bi hêsanî xwe bigihîne vê pirtûkxaneya Kurdî û berheman bixwîne yan jî li wan guhdarî bike.

Armanc tomarkirina berheman e

Dengê Pirtûkan dest bi weşan û xebatên xwe kir. Yek ji xebatkarên vê projeyê Zeynep Sultan Atli ye. Ew li ser navê endamên projeya Dengê Pirtûkan axivî û wê got, "Em dikarin bi kurtasî wiha behsa vê projeyê bikin; di warê Kurdî de  aplîkasyoneke pirtûkên bi deng  û e-pirtûk e. Jixwe, ev proje beriya me jî ji hêla gelek neteweyan ve hatiye kirin, me jî xwest pirtûkan bi vî awayî di çarçoveyeke giştî de bi abonetîyên mehane û salane bînin ser telefonên guhdar  û xwendevanan. Ji ber bipêşketin û derfetên teknolojîyê di warê têkilî û ragihandinê de li seranserê cihanê erkeke bingehîn digire û di warê huner û edebiyatê de pêwîstiyek bi vê yekê hebû. Loma me xwest di serî de li ser çîrokên absurd pêk bînin, lê dûra me dît ku di vî warî de kêmasiya roman, çîrok, kurteçîrok û helbestan jî heye, di vê derheqê de me projeya xwe li ser vê firehtir kir û projeya me wiha dest pê kir. Armanca me bi aplîkasyonê, tomarkirina berheman e, nexasim li gel dengên van berheman wek pirtûkxaneyekê li aplîkasyonê cih bigire û di telefonên mirovan da cîh bigire."

Her kes li benda tiştekî wiha bû

Atli, di daxuyaniyên xwe de qala reaksiyonên ku derbarê vê projeyê de ji wan re hatine jî kir û got, "Em bawer dikin, herkes li benda tiştekî wiha bû, loma bertekên gelek erênî hatin." Atli ya derbarê aplîkasyona ji bo vê projeyê de jî dibêje, "Aplîkasyona me ji bo ku ji hêla mirovan bê daxistin amedekariyên xwe didomîne, ev aplîkasyon dê bi pêşaneke teklonojiyê bixebite. Herwiha bo proje bidome, her gav aplîkasyon dê guncav be û her hefte pirtûkên nû bên bidengkirin û lê bên zêdekirin"

Ji bo dengan krîterên me hene

Atli wiha domand, "Helbet krîterên me hene lê ne mumkin e ku em li vir behsa hemûyan bikin. Lê bi kurtasî em dikarin bibêjin; rastxwendin, fonetîk û dîftonga ziman divê bê parastin. Li gorî mijar û lehengên sereke yên berhemê divê hest bi deng eşkere bibin û xwendin herikbar, zelal û fêmbar be. Ji hêla tomarkirina dengan ve jî piştî qeydên stûdyoyê li dengan hemûyan tên guhdarîkirin, heke kêmasî hebin dûbare deng tê qeydkirin ji aliyê teknîkê ve jî kedkarên me û derhênerê deng li ser dixebitin û tê sererastkirin."