Hesen Zîrek ê bi strana ‘Ey Nîştimanê Kurdistan’ tê naskirin, beriya 51 salan ji ber nexweşiyê koça dawî kir. Hesen Zîrek li pey xwe çandek û arşîvek hêla û hê jî dengê Zîrek zindî ye.

Hunermend Hesen Zîrek, sala 1921’ê li gundê Hermêlê yê Bokanê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Gava hê piçûk bûye bavê wî miriye. Navê bavê wî Ebdullah e, navê dayîka wî jî Emîne ye. Dema ku bavê wî li gundê Hermêle li cem axayê gund dimîne, ji ber jêhatina xwe navê Zîrek lê tê kirin. Ev nasnav bi Hesen ve jî tê kirin û tê gotin Hesen Zîrek.

Piştî ku dayika wî dizewice, ji neçarî ji gundê xwe dûr dikeve. Hesen Zîrek 12 salî terka Bokanê kiriye û çûye bajarê Seqizê, gund bi gund digere. Diçe cem xanekî û dibe çekdarê wî. Ew wisa dike ku gel jê hez bike. Rojekê rûdinê û bi xwe dibêje, "Xulamtiya axayan û şêlandin û talankirin û azar û eziyetkirina xelkê ne karekî mirovî û ne jî camêrî ye."

Ji ber wê, dest ji wî karî berdide û çeka axa dide wî. Ew hingê 15 salî ye û dest bi xebatê dike. Ji bo ji xwe re karekî peyda bike, çûye Tewrêz û Tehranê jî. Di vê navberê de Zîrek gelek zor û zehmetî kişandine. Di gelek karan de xebitiye. Hema bibêje, ti kar nemaye nekiriye. Ew dibe berdestê şofêrekî. Piştî ku maşîna wan bi qezayê ciwanekî dikuje, Hesen Zîrek dev ji wî karî berdide. Zîrek di xortaniya xwe de ji karkeriyê heta şivantiyê di gelek karan de şixuliye. Piştî demekê ji Tewrêzê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Li wir li bajarê Silêmaniyê li taxa Dergezên bi cih û war bûye.

 

Yekem stran li radyoya Bexdayê

Hunermend Hesen Zîrek zêde emir nekir; wî 51 salî wefat kir. Lê wî dîsa jî gelek stran çêkirin û li ser radyoyên Iraq û Îranê tomar kirin. Hesen Zîrek strana xwe ya yekem sala 1953’yan li ser Radyoya Bexdayê tomar dike û êdî dengê wî ji sînoran dibihure. 

Hesen Zîrek beriya ku li radyoyê kar bike, li Meyxaneya Şimal-el-Kebîr dixebite û pê re jî ji xwe re distirê; xelk ji dengê wî hez dike. Sala 1953'yan bi alîkariya Neşet Ebdûrehman, Hemey Derwêş Kerîm, Selah û bi alîkariya Adil Îrfan li Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi cih dibe û mehê bi şeş dînaran çar bernameyên stranbêjiyê pêşkêş dike. Ew bi maweyeke pênc salan li Radyoya Bexdayê beşa Kurdî dixebite. 

Li Bexdayê nêzî 70 stran ên bi Kurdî tomar dike. Li her derê stranên wî tên belavkirin û li wan tê guhdarîkirin. Piştî sala 1958’an, Hesen Zîrek careke din vedigere Îranê, diçe li Tehranê li ser radyoya Tehranê, di beşê Kurdî de stranan dibêje. Li ser Radyoya Tehranê 39 stranan tomar dike. Piştre di sala 1962’yan de peywendî li gel radyoya Kirmaşanê danî û li radyoya Kirmaşanê 83 stranên xwe tomar dike. Zîrek berhemên xwe yên herî baş, di nava wan du salan de bi rêya orkestraya Kirmaşanê, bi alîkariya Mamoste Mucteba Mîrzade tomar dike.

 

Dibe çavkanî û rê nîşan dide

Hesen Zîrek li gelek gund, navçe û bajarên Kurdistanê digere, êş û zehmetiyên gelê Kurd bi çavê xwe dibîne. Ev êş û xwezaya Kurdistanê her wiha rojên neteweyî yên Kurdan bi gotina stranan tîne ser ziman. Hesen Zîrek resentiya Kurdî parastiye û ji her kesê re stran gotine. Ji bona wê ye, tevayiya gelê Kurd ji dengê Hesen Zîrek hez dike û lê guhdarî dike. Tevî ku xwendin û nivîsandina Hesen Zîrek nebû jî pirraniya stran û helbestên ku dixwendin, wî ji ber kiribûn. Her wiha wî ji bo van stranan muzîk jî çêkirine. Ev jî yek ji taybetmendiya wî ya herî girîng bû. Her wiha bûye çavkanî û rênîşander ji bo bi sedan hunermendan.

 

1500 stran tomar kirine

Hesen Zîrek di tevahiya temenê xwe de 1500 stran tomar kirine. Her wiha gelek helbestên helbestvanên weke; Nalî, Wefayî, Seyîd Kamil, Îmamî, Kurdî, Pîremêrd, Hêmin, Tahir Beg Caf şirove kirine û ew xistine stran. Sirûda ‘Newroz’ê ku li çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin, yek ji berhemên wî yên herî bi nav û deng e; wî ew ji helbesta Pîremêrd e, Hesen Zîrek xistiye stran. 

 

Paşxaneya strana ‘Ey Niştiman’

Di nav stranên Hesen Zîrek de ya herî bi mane û navdar “Ey Netewekan” (Ey Nîştiman) e. Zîrek vê stranê di sala 1946’an de li ser Komara Kurdistanê (ya li Mehabadê ragihandî) çêkiriye û li bara civaka Kurdî, wekî sirûdekê tê pejirandin. Lewre dema ku Hesen Zîrek çûye Mehabadê, pêvajo pêvajoya Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûye û Ingilistan û Yekîtiya Sovyetan, li Îranê dixist. Di wê navberê de bi pêşengiya Qazî Mihemed jî Komara Kurdistanê ava dibû ku piştî 11 mehan komar hat hilweşandin û Qazî Mihemmed û hevalên xwe li Meydana Çarçirayê hatin bidarvekirin. Vê yekê bandoreke gelekî mezin li Hesen Zîrek kiriye. Zîrek li ser vê rewşê gelek berhemên giranbuha afirandine. Ji van berhemên giranbuha yek jê jî “Ey Niştiman” e.

 

Li Bokanê wî dispêrin axê

Hesen Zîrek sala 1958’an li gel Medya Zendî dizewice, du zarokên wan ên bi navê Arezû û Sakar çêdibin û sala 1971’ê bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Piştî salekê, ew ji ber nexweşiyê di 26’ê Hezîrana 1972’yan de wefat dike. Cenazeyê Hesen Zîrek li ser wesiyeta wî li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê lê ji dayik bûye, yanî Bokanê disipêrin axê.

NAVENDA NÛÇEYAN