- Festîvala “Female Voice Of Kurdistan” (Dengê jinên Kurdistanê) dê di navbera 24 û 25’ê Hezîranê de li dar bikeve û 8 stranbêjên jin dê derkevin ser dikê û stranên bi Kurdî bibêjin. Festîval bi pêşengiya etnomuzîkolog Yalda Yazdanî pêk tê û her wiha Opereya Hevçax Berlînê jî pişta projeyê digire.
ARDÎN DÎREN
Zeitgenossische Oper Berlin (Opereya Hevçax a Berlînê) festîvaleke hîbrîd a muzîkê li dar dixe. Operaya ku beriya niha “Female Voice Of Iran” û “Female Voice of Afghanistan” li dar xistibû, niha jî dixwaze dengê jinên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, bi rêya festîvalekê ragihîne xelkê. Bi vê armancê jî “Female Voice Of Kurdistan” (Dengê jinên Kurdistanê) li dar dixe. Festîval dê hem li ser sahneyê ango li Berlînê û hem jî li ser youtube bi rê ve biçe. Festîval ji hêla Hauptstadt Kultur Fonds ve tê fînansekirin. Her wiha Kultur Buro Elisabeth û Cross Generation Media jî hevkarê projeyê ne û alîkariyê didin Operaya Hevçax a Berlînê.
Festîvala “Female Voice Of Kurdistan” dê di navbera 24 û 25’ê Hezîranê de li dar bikeve û 8 stranbêjên jin dê derkevin ser dikê û stranên bi Kurdî bibêjin. Di festîvalê de ji çar parçeyên Kurdistanê dê stranbêj cih bigirin û her stranbêj ji herêma xwe nimûneyên stranên Kurdî nîşan bide. Stranbêjên jin ên ku tevlî festîvalê dibin ev in: ji Bakurê Kurdistanê Berfîn Aktay û Sakîne Teyna, ji Başûrê Kurdistanê Kawyar Hadî û Wajeda Khero, ji Rojhilata Kurdistanê Sahar Lotfî û Hanî Mojtahedî, Ji Rojavayê Kurdistanê jî Jînda Qenco û Sîdar Îbrahîm.
Yalda Yazdanî derhêneriya hunerî ya projeya “Female Voice Of Kurdistan” dike û Andreas Rochholl jî hem çêker e û hem jî derhênerê giştî yê projeyê ye. Sebastian Leitner jî weke derhênerê afirîner û edîtor dixebite. Mîhraban Salih rêveber û çêkerê beşa Kurdî ye di projeyê de. Esther Klobe Weihmann jî kar û barên festîvalê yên li Berlînê bi rê ve dibe.
Kurd jî weke çiyayên xwe bi hêz in
Festîvala “Femala Voice Of Kurdistan” îşaret bi çiyayên Kurdistanê dike û dibêje; “Kurd jî weke çiyayên xwe bi hêz in.” Her wiha ew welatê Kurdistanê û naveroka festîvala xwe jî bi vî awayî didin nasîn; “Kurdistan herêmeke jeo-çandî ye ku tê de ziman û nasnameya neteweyî ya Kurdî pirraniyeke cuda pêk tîne. Lê Kurd neteweya herî mezin a cîhanê ye ku dewleteke wan tine ye. Em heşt stranbêjên jin ku bi portreyên sînemayî hatine nasandin, zindî li ser sehneyên li Berlînê û li ser înternetê jî dê konserên ku di sala 2023’yan de li deverên cuda yên Kurdistanê pêk hatine, hebin. Dîmenên ku di konseran de hatine girtin, dê li ser youtube werin nîşandan.”
Proje di sala 2018’an de dest pê kir
Di sala 2018’an de etnomuzîkolog Yalda Yazdanî tevî Andreas Rochholl berê xwe da sînorên Îranê. Wan dixwest stranbêjên li herêmên nêzî sînor nas bikin û jiyana wan bikin film. Piştî ku wan gelek stranbêj nas kirin û serpêhatiyên wan kirin belge, ew jinên stranbêj vexwendin Berlînê. Bi vî awayî projeya “Female Voice Of Iran-Sounding Borders” dest pê kir. Ji herêm û neteweyên cuda yên li Îranê, bi giştî 9 jinên stranbêj tevlî projeyê bûn û li Berlînê di konserekê de hatin gel hev. Her wiha her yekê ji wan performansên solo jî nîşan da û yeko yeko jî stran gotin. Ev proje jî dîsa bi piştgiriya Zeitgenossische Oper Berlin bi rê ve çû û her wiha gelek saziyên din jî piştgirî dan projeyê.
‘Dixwazim dengê min were bihîstin’
Belgefilma bi navê “The Famele Voice Of Iran” sala 2020’an hatiye çêkirin. Andreas Rochholl derhêneriya belgefilmê dike û Yalda Yazdanî jî weke asîstan dixebite. Her wiha ew weke etnomuzîkologekê bi menejeriyê jî dadikeve. Di belgefilmê de stranbêja Negar weke keseke bi efsûn derdikeve hemberî temaşevanan. Destpêka belgefilmê ew peykerekî piçûk ê hêştirekê ku ji zêr hatiye çêkirin bi temaşevanan dide naskirin û dibêje; “Dixwazim dengê min were bihîstin.” Ji bo dengê wê were bihîstin, ew hesabekî instagramê vedike û dixwaze xwe bigihîne stranbêjên jin ên li Îranê yên hatine tecrîdkirin. Negar dixwaze tiştekî ku berê qet pêk nehatiye, bike. Negar dê stranbêjên jin li meydanekê kom bike û bi hev re stranan bibêjin. Yanî ew stranbêjên jin ên ku dengê wan tim veşartî maye, dê derkevin meydanê.
Xewna jinên stranbêj pêk tê
Di belgefilmê de du gerok hene. Yek ji Berlinê û yek jî ji Îsfahanê ye. Her du gerok, ji didin pey daxwaza Negar da ku tişta dixwaze pêk bîne. Negar dixwaze stranbêjên jin li baxçeyekî Îsfahanê kom bike da ku bi hev re stranan bibêjin. Destpêkê ew diçe Basrayê û ji wir jî berê xwe dide Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Îranê. Di vê rêwîtiyê de gelek stranbêjên dengê wan hatine birrîn, nas dike. Ew hemû jî stranbêjên bi hêz in û serpêhatiyên wan yên balkêş hene ku rastiyeke nû ber temaşevan jî dixin. Jinên ku dixwazin xewna Negar pêk bînin, hevdu nas nakin lê hemû jî li pişt wê disekinin û piştgiriyê didin projeya wê. Beriya niha li Îranê kesî tiştekî bi vî awayî xeyal nekiribû û ev xeyal pêk neanî bû. Lê Negar komek jin li baxçeyekî Îsfahanê li hev kom dike û tev bi hevre stranan dibêjin.
Belgefilm behsa serpêhatî û rêwîtiya jinên stranbêj dike. Bi her jineke stranbêj re em herêm û çandeke cuda nas dikin. Belgefilm bi jêrnivîsên cuda li ser youtube bar kiriye.
Ji bo kesên hez dikin belgefilmê bibîbin, ev lînk û QR-code ên li jêr bi kêr tên: