Dengê jinên Kurd zindî dibe

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Tîrmeh 2024 - 00:37

Di çerçoveya xebata bi navê ‘Dengê Jinên Mezopotamyayê’ de li Amedê li Qesra İskender Paşa bernameyeke berfireh hat li dar xistin. Di pêşengeha ku ji wêne û jiyana jinên dengbêj pêk hatî de pêşengtiya xebatê Zeynep Yaşê kir. Xebata Dengê Jinên Mezopotamyayê ku bi piştgiriya CultureCIVICê destpê kir, jiyan û berhemên 33 dengbêjên jin ên ku li erdnîgariyên cuda de pişt daye mûzîka Kurdî hatin tomarkirin û berhemên wan hat dijîtalîzekirin. Yek ji xebatkara projeyê Bêrîvan Matyarê axivî. 

Bêrîvanê diyar kir ku armanca xebatê amadekirina arşîva jiyan û berhemên dengbêjên jin in û got:“Em di wê hêviyê de ne ku ev xebat berdewam bibe û piştgiriyê xurt bigre de ku em van dengên arkaîk yên mîna Banû Şîrwanî zêdetir bibihîzin. Ji ber ku bi xebatên bi vî rengî dengê van hunermendan careke din zindî dibe.” Pêşengeha jinên dengbêj  a ku ji wêne û jiyana wan dengbêjan pêk tê wê heta 3 rojan vekirîbe.

BÎANET

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.