Rojên Ma Muzîkê, ev cara 5’an e tên lidarxistin û vê carê jî van rojan bi coşeke mezin dest pê kir. Bernameya ku dê sê rojan bidome li baxçeyê “Ma Music Center” dest pê kir. Mamosteyê Ma Music Centerê Ferhat Ertaş destpêka bernameyê axivî û got; “Hûn nikarin dengê huner û hunermendên Kurd qut bikin.”
Ertaş her wiha da zanîn ku ew ê huner û çanda Kurdî li her derî olan bide û bijî.
Rojên Ma Muzîkê bi dirûşmeya “Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin” li Akademiya Ma Muzîkê ya li navçeya Peyasa Amedê, dest pê kir. Bername rastî elaqeyeke mezin hat û bi coş bû. Şagirtên ku li ser piyano, tembûr û kemanê perwerde bûne, hunerê xwe nîşanî malbatên xwe û her wiha kesên beşdaran kirin. Bernameya ku bi tevlibûneke zêde dest pê kir, ewilî bi lêdana piyanoyê, piştre bi jenandina kemanê dewam kir. Piştî ku şagirtan hunerên xwe nîşan da, mamosteyan ew bi belgenameyan pîroz kirin û her şagirtekî belgenameya xwe wergirt.
Di dawiyê de Koma Sêtêlvanan derket pêşberî xelkê û bi sêtêlên xwe bername geştir kirin.
AMED