OMER AKIN / MA / ŞIRNEX
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî nêz dibe û jin jî li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe berdewam dikin. Ji van şêwazan yek jî dengbêjî ye. Jin, bi dengbêjiya ku di wêjeya kurdan a devkî de xwedî konaxeke girîng e, dengê xwe bi sedan salan gihandin her aliyê cîhanê. Sûsika Simo yek ji mînaka dengbêja jin a di dîrokê de tê nasîn e. Bi boneya 25’ê Mijdarê dengbêj Hediye Kalkan, derbarê girîngiya dengbêjiya jinan û di qada berxwedanê de û girîngiya dengbêjiyê axivî.
Qêrînên bêdeng veguherî aşûtê
Kalkan, li navçeya Wêranşar a Rihayê ji dayîk bû û behsa erdnîgariya ku ji bo jiyana jinan zehmettir kir. Kalkan da zanîn ku çand û huner jê re wekî derman e û got:“Ez bi hunerê, bêhnê distînim. Hem tiştên di dilê dayika xwe û di dilê xwe de bi saya dengbêjiyê tînim ziman. Berî sedsalan deng û keda jinê hebû lê belê mêran ev ji jinan stendin û dest danîn ser keda wan. Jin jî zext û zilma ji mêr, eşîr û dewletê dîtiye, bi wêjeya devkî ya dengbêjiyê aniye ziman. Wekî mînaka strana Mihemedo. Ev kilam tiştên ku wê rojê hatine jiyîn vedibêje. Dema em li dîrokê dinêrin gelek bûyerên bi vî rengî hatine jiyîn, bi dengbêjiya jinan, xwe gihandine îro."
Kalkan, bi bîr xist ku îro jin di gelek qadan de xwe rêxistin dikin û da zanîn ku jin berê jî bi denbêjiyê têkoşîn û rêxistinbûna xwe kirine û got:"Tiştên hatine serê wan bi dengbêjiyê strandin û gihandine me. Qêrînên bêdeng, veguherandin aşûtê.” Kalkan, diyar kir ku civaka feodal û bawermend, bedena jinê hefsî nava çar dîwaran kir û got:“Dengê jinê yên ku dixwestin qut bikin, gihandin her çar aliyê cîhanê. Dengbêjî yek ji yekem serhildanên jinan e. Têkoşîna jinan a bi dengbêjiyê dest pê kiriye, heya artêşbûnê pêş ket. Em dikarin bêjin têkoşîna îro, bi dengbêjiyê dest pê kir.”
Dixwazin jinê ji hunerê dûr bixin
Kalkan, destnîşan kir ku pergala desthilat a zilam dixwaze jinan derveyî qada hunerê bihêle û got:"Jineke xwedî hêz û xwebûna xwe ava dike, zilaman aciz dike. Em hê jî li ser dikê rû bi rûyê zextan dibin. Dema em derdikevin li ser dikê, zilam dengê xwe bilindtir derdixe û dengê jinê nade bihîstin. Dema ku bernameya xweser a jinan tê çêkirin jî zilamek bi awayekê dengê xwe derdixe bernameyê. A rastî ev hemû cureyên tundiya derûnî ne.”
Kalkan, anî ziman ku tevî hemû cureyên zext û tundiyan, jin di qada hunerê de xwedî girîngiyeke cuda ne û got:“Bi taybetî jî hunera bi kurdî tê kirin xwedî girîngiyeke cuda ye. Ji ber ku berî her tiştê zimanê me tê qedexekirin. Gelek berhemên bi kurdî tên gotin, tên qedexekirin. Yên ku stranan bibêjin, tên binçavkirin. Herwiha di van xebatan de wek jinekê cih girtin, têkoşîneke cudatir e. Ji ber roleke pergal û civakê roleke wekî ‘karê malê bike, bi zarok re eleqeder bibe' daye jinê. Em bi hebûna xwe ya di qada hunerê de vê rola ku ji bo me hatiye diyarkirin, perçe dikin.”