Dengbêj Celîle Zeybek li gundê Heştan ê Şirnexê, yanî li wî gundê xelk bawer dike, Nebî Nuh piştî tofanê ava kir, dengbêjiyê dike.  

Celîle Zeybek 45 salî ye. Ew 13 salî bi zorê hatiye zewicandin. Celîle Zeybek hê zarok ji malbatê hînî dengbêjiyê dibe.
Celîle Zeybek dibêje, “Jiyana me bi koçeriyê derbas bû. Dema ez zarok bûm malbata min pez xwedî dikir û ez jî tim bi malbata xwe re diçûm zozanan. Ji ber ku em li gund diman, me her kar dikir. Çand û rêûresma berê gelekî xweş bû. Berê em hem jin û hem jî mêr dihatin gel hev, me bi stranan şevbihêrka xwe dikir. Niha ev adet her diçe namîne.”
Celîle Zeybek ji malbata xwe hînî dengbêjiyê bûye: “Berê dema dibû êvar, dost û cîran hemû kom dibûn û stran digotin. Em wê demê biçûk bûn. Me zarokan, li stranan gûhdarî dikir. Vê tesîr li min kir û ji zaroktiya xwe ve ez dengbêjiyê dikim. Dengbêjî gelekî xweş e. Em stranên li ser Kurdistan û axa xwe dibêjin. Ez carna stranên ku min bi xwe çêkirine jî dibêjim û carna stranên tên zanîn, dibêjim. Niha ji ber telefonan kêm kes dengbêjiyê dikin.” ROJDA AYDIN/JINNEWS/ŞIRNEX