Dengbêjî li dêrê dengveda

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 30 Îlon 2023 - 00:25

Di konsera bi pêşengiya Jîn Art Hunerê de dengbêjên derketin ser dikê, muzîkhez mest kirin.  

Jîn Art Hunerê li semta Basmane ya navçeya Konak a Izmîrê, li Dêra Azîz Vûkolosê konsereke dengbêjiyê li dar xist. Di konserê de Kerîmê Jîrkî, Mesûd Gever, Adil Bêrtî, Mele Seyîdxan, Ridvanê Fafî û Eylul Nazlier derketin ser dikê. Hêwana konserê tije bû û ji ber cih di hêwanê de nema gelek kes li ser pêyan man. Parlementera Partiya Çepên Kesk a Izmîrê Bûrcûgul Çûbûk jî beşdarî konserê bû. 

Di destpêka konserê de hunermend Mesûd Gever axivî. Gever bal bire ser girîngiya dengbêjiyê û got, di veguhestina dîroka Kurdan de çanda dengbêjiyê xwedî roleke girîng e û ji bo xurtkirina vê çandê, divê her kes xwedî lê derkeve. 

MA/IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.