Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bilal Guldem û Kadri Esen li Amedê bi Hozan Canê re peyivîn.
Hozan Canê, ji wan re dibêje, serpêhatiya wê ya muzîkê li ser çokên Şakiro û li ber dengê Meryemxanê dest pê kiriye. Canê ji bo filma xwe "Fermana 74'an Şengal" jî dibêje, wê xwestiye hovîtiya DAIŞ'ê ya li dijî jinên Êzîdî bi cîhanê bide temaşekirin. Her wiha Canê bang li hêzên Kurdî kir da ku yekîtiya xwe ava bikin.
Hozan Canê, sala 1971’ê li navçeya Qereyazî ya Erziromê ji dayik bûye. Ev qederê 40 salan e bê navber xebatên xwe yên çand û hunerî didomîne. Herî dawî sala 2018’an, dema ku li Edîrneyê tevlî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê dibe, hatibû girtin. Paşê dewleta Tirk bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza lê tê birîn. Piştî ku Dadgeha Bilind cezayê lê hatiye birrîn xera kir, 1'ê Cotmeha 2020'î bi şertê "qedexeya derketina derveyî welêt" hat berdan. Doza wê dewam dike û rûniştina bê ya dozê 6'ê Gulanê ye.
Li ser pirsa "kîjan hunermendê Kurdî tesîr li te kir?" Hozan Canê dibêje, "Ez hêj 5-6 salî bûm, tim li ser çokên Şakiro rûdiniştim. Min jî pê re kiriye vingeving û kilam gotine. Şakiro ji bo min gotiye, ´Ev keçik dengbêja min a biçûk e.´
Hozan Canê dibêje, Dengbêj Şakiro, gelek caran çûye gundê wê û li mala apê wê û bavê wê kilam gotine. Ji ber meraqê wê ya ji bo stran gotinê, Şakiro gotiye, "Eger ew qas meraqa wê hebe, ewê di pêşerojê de bibe versiyona Şakiro ya jin."
Meyremxan û Radyoya Êrîvanê
Li ser tesîra li wê bûye, Hozan Canê wiha dewam dike: "Bavê min ji bo radyoyê di odeyeke me de şibakeyek biçûk çêkiribû û radyoyê li wir bi cih kiribû. Dema saet dibû heft, radyoya Êrîvanê dest bi kilaman dikir. Rojekê dema ku Meyremxan kilam digot, min jî got ez ê vê jinikê ji vir derxînim û ez ê bikevim şûna wê û kilaman bibêjim. Ji bo vê min kursiyên ji giha tên çêkirin danî ser hev ku destê min bigihîje radyoyê û bînim xwarê û bişkînim. Cara yekemîn dengê eşqa hunerî li min xweş hat, dengê kilama ‘Bavê Koroxlî (Ay de bavo)’ ya Meyremxanê bû. Bavê min jî pirr ji wê kilama Meyremxan hez kiriye."
40 rojan êşkence lê kirin
Ew hîna zarok wê dizewicînin. Û bi zarokî, zarok jê jê re çêdibe. Piştre jî ew û hevjînê wê dev ji hev berdidin. Bibîranîna xwe ya 17 salî girtinê ya li Wanê ew wiha bi bîr tîne. Piştî wê bûyerê 9 mehan ew di hepsê de dimîne û gava wê berdidin ew sirgûnî Elmanyayê dibe: "Arîf Sag ji min re got ‘Tu yê bi Belkîs Akkale re biçî Wanê û vokaliya wê bikî.' Em çûn Wanê. Em li ser dikê bûn, du kes hatin gotin polîs hatin. Stranek dengbêj Kazo hebû. Li ser Kurdistanê bû. Min ew stran bi nîvî kiribû. Bernameya me qut kirin. Di deriyê paş de em ji salonê derketin. Em li erebeyê siwar kirin û me xwest em xwe bidin alî. Em çûn Artemêtanê û di lêgerîna leşkerî de em li wir girtin. Çavê min girêdan û destê min ji paş ve kelemçe kirin. Ez birim Miduriyeta Polîsan a Wanê. Çavê min girtîbûn. Ez wê çaxê 17 salî bûm. Êşkenceyeke pirr giran li min kirin. Tenê tiştek ji min dipirsîn û digotin ‘Apocî kî ne?’ Ez jî ji apê xwe reviyabûm qey min digot apên min in. Ceryan didan min, di nava ava pîs de dihiştin. Tiştên giran anîn serê min. Nayê gotinê. 40 rojan mam û êşkence li min dihat kirin. Laşê min reş û şîn bûbû."
Di hepsê de 37 helbest
Li ser filma xwe ya bi navê Fermana 74´an Şengal jîm ew dibêje, "Çêkirina fîlmek kurdî xeyala min a zarokatiyê bû. Wexta min zilm û zora li ser civaka me ya Êzîdî dît, min ji xwe re got, zilm û zora hatiye serê min û civaka Êzîdî ji hev dûr nînin. Bi vê filmê meqseda min ew bû ku ez cîhanê pê bihesînim ka miletê Kurd bi hezarê salan çiqas di bin zilmê de maye.
Ji bo ez senaryoya filmê ez li Şengalê û li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê geriyam. Senaryo jî min wisa nivîsand. Min bi Biryar Kouti re têkilî danî. Me her duyan derhenêrî û senaryoya filmê çêkir. Çêkirina filmeke wiha gelek zehmet bû. Çimkî li gelek aliyan şer hebû.
Em bi filmê beşdarî Festîvala Filman a Monaco ya Navnetewyî bûn. Di nava 37 filman de xelata leyîstikvana herî serketî min wergirt. Ez ji niha şûn ve jî dixwazim hem stranbêjiyê hem jî derhêneriya filman bidomînim."
Canê dibêje, di pêvajoya hepsê de wê 37 helbest jî nivîsandine.
Kesî nameyek jî ji min re neşand
Canê gazina xwe ya gava ji hepsê hat berdan dubare jî dike: "Du sal û 5 meh di zindanê de derbas bû, li hêviya yek nameyê bûm, lê ji min re nehat. Di wê pêvajoya zindanê de menejerê min Mehmet Şerîf Akbaş çi ji destê wî hat ji bo min kir. Her wiha gelek lîder û kesên li cîhanê tên nasîn, name ji min re şandin. Lê bes gelê kurd û partiyên kurd nameyek jî ji bo min neşandin. Bi taybetî jî HDP´ê gotinek ji bo min negot. Di nava hunermendan de jî nameyek hunermend Eyşê Şewaqî ji Dersimê ji bo min şand."