Dema yekîtiya neteweyî ye

Duşem 16 Kanûn 2024 - 03:10

Nûnerên Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanê bi rojeva êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Bruksel ê Belçîkayê li hev civiyan. Civîn li ser banga Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Ewropayê pêk hat û gelek kesayet, siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, li avahiya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Brukselê li hev civiyan. Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi navê Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bû û li ser rewşa dawî ya li herêmê nêrînên xwe parve kir, bal kişand ser girîngiya yekîtiya partî, rêxistin û saziyên Kurdan. Îlham Ehmed got, "Lazime em tev berjewendiyên xwe yên nakevin berjewendiya qedera gelê xwe bidin aliyekî û li paşeroja gelê xwe binêrin. Lazime em yekîtiya navxwe ava bikin û di nava rêveberiya paşerojê de ku li Şamê were avakirin, Kurd jî xwedî roleke baş bin. Berbiçav e, her çend ku zext li ser Tirkiyeyê çêdibin, ew jî ewqas zoriya xwe dide ser Şamê, weke ku wan ev şoreşa pêk anî be an jî weke ku wan Sûriye ji rejîma Baas rizgar kiribe xwe nîşan didin. Tavilê xwe gihandin Şamê û dibêjin:'Divê Kurd di nava dewleta nû de nebe, divê bêne tinekirin'. Ango li pey feraseta qirkirina Kurdan e. Ji hêla me ve hewildanên me yên ji bo têkilîdanîn bi her alî re heye û ji diyalogê re vekirî ne. Heya niha daxuyaniyên ku têne dayîn, tenê li ser bingeha, 'Kurd hevalbendên me ne, li dijî DAÎŞ şer kirine', lê ji bo piştevaniya Kurdan û rê li ber komkujiyan girtin an jî ji bo piştgiriya li mafên Kurdan, tu biryar an jî tu hewildan nîne. Her wiha ji bo paşeroja gelê me yê li herêmê jî gelek hewldan û amadekariyên me hene. Ji bo her rewşeke ku biqewime lazime Kurd bi tevayî bi awayeke yekgirtî xwe amade bikin. Ji ber ku niha dem dema berxwedanê û dem dema yekîtiya navxweyî ya Kurd e." Piştî nirxandinên berfireh, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd li herêmê ya di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk de, nêrîneke hevpar ew bû ku, eger di paşerojê de li ser navê Kurdan şandeyek an jî nûnertiyek biçe Şamê, lazime tevayî Kurdên li herêmê bi awayekî hevpar xwe di nava vê şandeyê de bibînin. Piştî civînê encamnameyek ku 8 xal di nav de hebûn hat belav kirin.

Xalên di encamnameyê de

* Deverên di bin kontrola Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê de, deverên herî azad, demokratîk û sekulerin.  Ji bilî herêma di bin kontrola Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê, hemû deverên Surîyê niha ketine destê hêzên Islamîya tundrew û çeteyên girêdayî dewleta Tirk. Çi dibi bila bibi divê ev herêm bi sîstema xwe ve bê parastin.

* Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li herêmê serkêşîya dewletên dagirker dike û li hemî cîhanê dijî gelê Kurd di nava xebatên dijber de ye. Piştî têkçûna rejîma Beas, dewleta Tirk hêzên girêdayî xwe xiste tevgerê û êrîşê Şehba û Minbicê kirin. Civîn êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê, bi tundî mehkum dike û bi hemû hêza xwe li hember van êrîşan, li gel Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê radiweste. 

* Li gorî hiqûqa navneteweyî ev êrîşên dewleta Tirk, sucên şer in û li dijî mirovatîyê ne. Civîn, biryara pêkanîna trîbûnalek (mahkemeyek sivîl) navneteweyî li ser kiryarên dewleta Tirk yên li rojavaya Kurdistanê, weke karekî sereke yê vê demê dibîne.

* Divê Kurd û hemû pêkhateyên Surî, di avakirina dewleta nû de cihê xwe bigrin û di destûrê de mafê wan bê misogerkirin. Ji ber vê yekê divê li rêveberiya nû ya Surî re hevdîtin û muzakere bêne kirin. Nabe partî û rêxistinên Kurdî parçe parçe bi serê xwe tevbigerin û biçin Şamê. Civîn bang li hemî partî û rêxistinên Kurdî yên li rojavaya Kurdistanê dike ku heyetek hevbeş pêkbînin û bi rêveberîya Şamê re bi yek dengî biaxivin.

* Parastina Rojava, parastina Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê, heman demê de parastina Kurdistanê ye. Civîn bang li hemî hêz, partî, rêxistin û quwetên Kurdistanî û hemî gelê Kurd û dostê Kurdan dike ku di vê demê de bê teredût Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê destek bikin û li hember êrîşan rawestin.

* Rojavaya Kurdistanê di bin êrîşên dewleta Tirk û hêzên Selefî de ye û dixwazin Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Surîyê hilweşînin. Li hember van plan û êrîşan divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Civîn, sêrî de bang li Koolasyona Navneteweyî ya dijê DAIŞ’ê, Neteweyên Yekbûyî, hemû hêzên peywendîdar û reya giştî cîhanê dike ku li hember êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê rawestin.

* Niha bakur û rojhilata Surîyê gelek penaberên ji Efrîn, Şehba, Heleb û Minbicê hene û pêwîstîya wan bi alîkarîya mirovî heye. Civîn bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike ku derîyan vekin û alîkarîyê bigihênin koçberan û mexdûran. Herweha civîn bang li hemî gelê Kurd, dostên Kurdan û cîhana humanîter dike ku kampanya alîkarîyê xurt bikin. 

* Şerê eve salekî zêdetire ku li Filistînê berdewame niha derbasî Lubnanê û Surîyeyê bûye û derbasî Yemen, Îran û Êraqê dibe. Di vê rewşê de yekîtîya neteweyî gelek girîng e. Civîn, bang li hemû kes, hêz, partî, rêxistin û quwetên Kurdistanî dike ku rojekî zûtir di Konferanseke Neteweyî de kombibin û yekîtîyek xurt ava bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.