Li Minbicê şer giran e 14 çete hatin girtin

Sêşem 10 Kanûn 2024 - 02:50

Li navenda bajarê Minbicê û derdora wê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk de şerên dijwar diqewimin. Gelek çete hatin kuştin, 14 jî ketin destê şervanan. Dewleta Tirk a dagirker jî bombebarana xwe didomîne. Li gorî agahiyên ku nûçegihanan ji herêmê ragihandine, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê didomin. Ji şevê din heta niha li navenda bajar şerekî dijwar diqewimin.

Di şer de 2 wesayîtên çeteyan ku yek ji wan BMB ketin kemîna şervanan û hatin tinekirin. Hat gotin ku gelek çeteyên di van wesayîtan de hatin kuştin. Her wiha 14 çete ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatin girtin. Balafirên bê mirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker navenda bajar, gundewarên Minbicê, Qereqozaq û Sirîn bi dehan caran bombebaran kirin.

Di şerê li herêma Dêr Hafirê 2 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin. Şer û pevçûn bi awayek dijwar didomin

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.