Ji Enternasyonalîstan ‘’Bi Ocalan re diyalog’’

Duşem 16 Îlon 2024 - 02:55

Li Belçîkayê cara duyan e ku bi çarçoweya ‘’Ji Ocalan re azadî’’ ‘’Rojên Diyalogê bi Rêber Apo re’’ hate lidarxistin. Di ‘’diyalog’’an de hate gotin paradigmaya Rêber Apo li her devera cîhanê tê nîqaşkirin.

Komeke enternasyonalîstan bi çarçoveya pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji pirsa Kurd re çareserî’’ li Belçîkayê cara duyan e ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser paradîgmaya neteweya demokratîk nirxandin. Mijara vê carê ya 'Diyalogên bi Rêber Apo re' sîstema komun û kooperatîfan bû.

Siyasetmedar Şîlan Amed derheqê ‘’Diyalog’’an diyar kir paradigmaya neteweya demokratîk ku ji alî Rêber Ocalan ve hatiye danîn, hêlên wê yên têkilî parastina xwezayê, azadiya jinê li her devera cîhanê tê nîqaşkirin û wiha pê de çû: ‘’Ji ber ku hemû reng û dengên jiyana konfederalîzma demokratîk di nava xwe de vedihewîne. Dema ku mirov bala xwe dide ser parêznameyên Rêber Apo vê yekê dibêje: ‘bêyî dewletê jî mirov dikare xwe bi rê ve bibe. Mînaka şênber a vê yekê jî li Rojava ye. Ji ber vê jî,  parêznameyên niha li ber destê me ne li tevahiya cîhanê tê nirxandin û dibe mijara lêkolînê."

Piştre endama Komîteya Aboriyê ya Kongra Star Gulistan Ehmed bi rêya Zoomê tevlî bû. Gulistan Ehmed li ser aliyê jiyana komunal û kooperatîfan a li Rojava agahî da beşdaran û qala zor û zehmetiyan jî kir.

Piştî axaftinan li ser komun û kooperatîfan pirs hatin ikrin. Çalakiyê nêzî 2 saetan dewam kir.

Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re wê rojên bê li ser mijarên cuda dewam bike.

ANF/BRÛKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.