Fîgen Yuksekdag: Em bi hêztir bibin

Sêşem 5 Mijdar 2024 - 16:00

  • Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag têkildarî tayinkirina qeyûman da zanîn ku li dijî desteserkirina îradeyê dem hatiye ku bi hêztir û bi biryartir bibin yek û ew ê bi berxwedanê mafên xwe bi dest bixin.

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê girtî ye, li dijî qeyûman peyamek weşand. Fîgen Yuksekdag a ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi etîketa "Qeyûm dagirker e" parvekirin kir û wiha got: "Êdî dem hatiye ku li dijî desteserkirina îradeya gel em bi hêztir û bi biryartir bibin yek. Werin em mil bi mil li dijî tecrîdê derkevin. Ji rojhilat heta rojava li dijî derbeya qeyûm, em dixwazin bi demokrasiyê aştî, azadî û ewlehiya mafên gelê xwe bi dest bixin.” NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.