Destwerdan krîzê hîn giran dike

Sêşem 10 Kanûn 2024 - 02:55

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser bûyerên dawî yên li Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî. Li ser rewşa heyî ya piştî ketina desthilatdariya Beşar Esad, Aldar Xelîl got:"Di nava 14 salên dawî de ji bo guhertina desthilatdariyê gelên Sûriyeyê li her derê di nava berxwedanê de bû. Lewma di dîroka Sûriyeyê de îro rojeke dîrokî û bi wate ye. Ya rast divê mirov vê bipirse; Desthilatdariya malbata Esad bi dawî bû lê belê Sûriyeya nû wê çawa be? Gelo çeteyên dewleta Tirk û hêzên cuda wê bi çi rengî nêzî Sûriyeya nû bibin? Wê Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin? Wê sîstemeke çawa bê avakirin? Ev mijar hêjayî nirxandinê ye û her kes li van mijaran difikirin. Divê Sûriyeyeke demokratîk ne tenê ji bo neteweyekê, lê ji bo hemû gelan bê avakirin. Eger wê şoreşek pêk were divê ev mejiyê hişk biguhere, divê rêveberiya Sûriyeyê biguhere. Êrîşên li ser Sûriyeyê ku rejîma Esad têk bir, ji aliyê komên cuda ve hatin kirin. Di nava van koman de pirsgirêk û nakokî hene. Weke gava destpêkê li hev kom bûn û hilweşandina desthilatdariya Şamê ji xwe re kirin armanc. Lê belê her komek xwedî planeke cuda ye. Metirsî heye ku li Sûriyeyê di nava van koman de şerekî navxweyî destpê bike.

Ew ê dewleta Tirk nesekine

Bêguman em dixwazin li paşeroja nû ya Sûriyeyê jiyanek aram û aştiyane bijîn lê belê destwerdana dewleta Tirk a li dosyaya Sûriyeyê metirsiyan zêde dike. Metirsiyeke çawa? Dewleta Tirk hebûna fîzîkî ya gelê Kurd jî qebûl nake. Li gorî polîtîkaya dewleta Tirk ev herêm herêma Tirkan e, divê Kurd li van herêman nebin. Bi ya dewleta Tirk be divê projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê ji holê rabe. Dewleta Tirk piştî hilweşîna rejîma Esad li şûna ku civînan bike û gelên Sûriyeyê bi hev bişêwirin, paşeroja Sûriyeyê nîqaş bikin, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Niha li ser Minbicê û derdora wê êrîşeke giran heye. Ev êrîş bi fermana dewleta Tirk têne kirin. Ev komên êrîş dikin rastiya Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê temsîl nakin." Aldar Xelîl têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Minbicê got:"Li Minbic û derdora wê êrîşên giran hene. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kêlî bi kêlî daxuyaniyan dide. Berxwedan dewam dike. Eger ev êrîş neyên şikandin wê dewleta Tirk neyê rawestandin. Şopandina van êrîşan têrê nake, divê mirov tevlî nava refên berxwedanê bibin. Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, her wiha xelkê Dêrazorê ji bo valahî bi êrîşên DAÎŞ'ê re rû nede, ev valahî dagirtin. Divê were zanîn, heta ku ev polîtîkaya dewleta Tirk û DAÎŞ hebe wê gef jî dewam bikin. Li Dêrazorê di nava amadekariyan de ne. Li hin deveran êrîşê dikin lê belê ev êrîş bi parastineke xurt tê şikandin."

Ji bo çareseriyê amade ne

Ji bo pirsa 'Rêveberiya Xweser ji çareseriyê re çiqasî amade ye?' Adar Xelîl ev bersiv da:"Bala xwe bidinê; di sala 2015'an de weke meclîsa sîwanî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate ragihandin. Sîwana MSD'ê ew sîwan e ku hêzên muxalefetê hemûyan ên Sûriyeyê li hev kom dike. MSD niha dikare bi rola lihevkomkirina hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê bilîze. QSD jî dikare bibe hêza leşkerî ya Sûriyeyeke demokratîk. Projeya Neteweya Demokratîk jî dikare ji bo Sûriyeya nû bibe projeya paşerojê. Rêveberiya Xweser bi hemû sîstem û civaka xwe ji çareseriyê re amade ye. Rêveberiya Xweser amade ye ku bi her kesî re diyalogê dîne û çareseriyê pêk bîne. Eger em karibin roja xwe ya îro biparêzin ev yek wê bê wateya parastina 14 salên me yên dawî. Divê gel bêteredût destketiyan biparêzin û di nava berxwedanê de bin."

ANF/NÛJIYAN ADAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.