Rêveberiya Xweser yekane projeya guncaw e

În 28 Mijdar 2025 - 03:38

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl bûyerên dawî yên li Sûriyeyê nirxand. Aldar Xelîl anî ziman, ku gel rêveçûna heyî qebûl nake, lewma dadikeve qadan û got, projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekane proje ye ku ji bo çareseriyê li Sûriyeyê tê. Aldar Xelîl di dewamê de ev nirxandin kirin:’’Ev bûyerên ku te pirsî. Tiştên li Humsê çêdibin, ev saleke tên jiyîn. Ev ne tiştekî nû ye. Lê tiştê cûda çi ye? Di vê salê de gelên Sûriyeyê piştî 14 sal berê ew alozî, tevliheviyan û rewşa awarte gel hêvî dikir ku dema ev guhertin çêbû herî kêm rewşa wî ya jiyanê sererast bibe û pêwîstiyên wî yên jiyanê werin sererastkirin. Karibe bi rengekî ewle di mala xwe de û di gundê xwe de tevbigere û bijî. Ev salek derbas bû. Gel çi kir? Gel bi awayekî aştiyane daket kolanan, ne çek pê re heye, ne bombe pê re heye û ne jî tiştek din pê re heye. Tenê ev gel çi kir? Daket kolanan û bang kir; "Em mafê xwe, jiyaneke aram dixwazin. Em dixwazin ewlehî çêbibe. Em dixwazin derfetên jiyanê ji me re bên afirandin. Em di rewşeke zehmet de ne." Gel tiştekî pir xwezayî got û daxwaz kir. Dema ez vê dibêjim, mebesta min ne ew e ku ez vî alî digirim an jî aliyên din. Na. Mebesta min ev e; li Sûriyeyê gerek azadiya ramanê, azadiya îfadekirinê, daxwazin xwe bîne ziman û azadî hebe. Divê serbest be. Ma ji bo çi em li dijî Beşar rabûn? Ma ne me digot ji ber azadiya ramanê tineye. Ev gel vaye salek qediya û dibîne ku her roj mirov tên kuştin, revandin û tên windakirin. Mirov dikevin rewşa asta birçîbûnê. Ji bo vê wê gel bi awayekî xwezayî daxwazên xwe bîne ziman. Heke daxwazên xwe neyne ziman ma wê çi bike? 

Bi mantiqê Tirkan nêzîk dibin

Hikûmeta heyî dixwaze serweriya xwe û hikme xwe bi zorê li ser civakê ferz bike. Ne tenê li Humsê, heta li herêmên me jî ji Şêxmeqsûd bigire heta digihêje Dêrazorê li hemû deveran alozî derxistin. Yanî wekî ku bibêje; "Va çûm Washingtonê, min destûr ji Trumê girt û Trump tiştekî berovajî ji min re negot. Êdî biryarên ku hatine dan ez ê li ser kêfa xwe tiştan bikim." Yek ji wan tiştan çi ye? Ji ber ku berê nêzîkatiyên wan ên li peravê hatibûn rexnekirin. Lê niha piçekî wek rehetiya xwe dît. Wek bibêje, "Temam e. Ew pêvajoya zehmet min derbas kir. Êdî ez ê li gorî kêfa xwe bikim." Bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne mumkun e ku nexşerêya Sûriyeyê bê nîşandan. Pêwîste bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re van diyalogan berdewam bikin û xwe nexapînin. Wek Tirkan, ka em QSD'ê bêçek bikin, entegrasyonê bikin û hinekî helandinê bikin û qediya. Ev mantiqê Tirkan e. Mijara me ne tenê mijara QSD'ê ye. Mijara me mijara welatekî ye. Wexta ku ev welat hat damezrandin, damezrînerên wê destpêkê Kurd bûn. Yanî Kurd û Ereb bi hev re bûn. Durzî û hemû beşên civakê. Bila dîroka Sûriyeyê bixwînin. Dîroka Sûriyeyê bi çend kesan kesan ve girêdan wê şaş be. Ev hikûmet jî dîrokê şaş dixwîne.

Li dora civaka demokratîk bibin yek

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi projeya xwe dibe mînakek. Dibe mînakek ku Sûriye tev xwe wisa bike. Mesela niha xeyal bike: Eger Sûriye, Şam jî tê de û herêmên din li şûna pevçûnan, bi Neteweya Demokratîk û bi hevgirtina gelan be tu zane wê Sûriye çiqasî xweş bibe? Ji bo tu karibe li beravê jî hebe, ji bo tu karibe li Siwêda, Deraa, Heleb, Hûms, Hama û Dêrê, li beşên aliyê rojavayê Firatê hebe, divê tu pergaleke demokratîk bi pêş bixîne. Divê tu nenavendîbûnê qebûl bikî. Yan na em ne welê dibêjin ku tu ji bo me tiştekî bibêje. Ev vê ispat dike. Sûriye bi vî rengî, bi bi şeklê ew dixwazin wê di nava aloziyekê de dewam bike. Wê alozî mezintir bibin. Ji bo ku aramî pêk bê, aştî pêk bê, lihevkirineke civakî pêk bê, hevgirtin û yekîtiyeke civakî pêk bê, Sûriye yek bimîne em tev li derdora projeya civaka demokratîk, projeya neteweya demokratîk bibin yek. Û em bi hev re Sûriyeya nû ava bikin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.