Derveyî berxwedanê rêyeke din nîne!
În 23 Çile 2026 - 03:25

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl ji ANHA'yê re li ser êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê axivî.
Aldar Xelîl got, êrişeke bê bextiyek di asta cîhanê de pêk hatiye û da zanîn ku Emerîka, dewleta Tirk û çeteyên wê di nava êrişî de ne û lîstokek mezin li dijî hebûna Rojava heye. Xelîl bibîr xist ku beriya vê êrişê jî, êriş li dijî Asayîşa Şêxmeqsûd dan destpêkirin û li Şamê jî hevdîtin dihatin kirin û got:“Ji nişkava êriş kirin. Bêyî zeman derbas bibe li Dêr Hafirê li dijî QSD’ê bê bextiya duyemîn dan destpêkirin. Dema li Dêr Hafirê şervanên QSD’ê xwe ji bo vekişînê re amade kirin, yekser êriş pêk anîn. Bi vê yekê zemînek ji bo lêdanê amade kirin. Ji vekişîna QSD’ê hate fêmkirin ku planeke mezin heye, ji ber wê xwe vekişand. Aliyê din qaşo qebûl kirin, lê soza xwe pêk ne anîn û êriş pêk anîn. Wan dizanîn hevalên wan li pişt wan bû. Vê jî bandor li moralê şervanan kir.”
Ew xwe dixapînin
Xelîl, bal kişand ser rola dewleta Tirk di êrişan de û got:’’Dewleta Tirk naxwaze Kurd di vê sedsalê de bibin xwedî stastu. Tevî pêvajoya aştiyê û tevî gavên têne avêtin jî, li Sûriyê mudaxele dike. Her cara danûstendin dihatin kirin, Tirkiyê destwerdan dikir û ne dihişt itîfaq pêk were. QSD’ê hîs kir plan mezine, me ne dixwest pêkhate bi hev bikevin.” Aldar Xelîl da zanîn dewleta Tirk û Emerîka ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û planên yên li ser herêmê dixwazin civaka herêmê li hev bixin û got:“Di encama planên wan de di sedsala derbasbûyî de gelê Kurd mafê xwe bi dest ne xist. Niha gelê Kurd bûye reqemek mezin di herêmê de. Em naxwazin tişta me bi salan bi dest xistiye, di encama şeran de ji dest bidin.’’
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl li ser metirsiya ji nû ve zindîbûna DAIŞ’ê jî axivî û got:“Ew xwe dixapînin, niha DAIŞ’ê aniye Şamê û xistine ser desthilatdariyê. Berê ev li Efganistanê jî pêk anî. Metirsiya DAIŞ’ê zêde ye û sînorê Sûriyeyê derbas dike. Metirsiya wê li ser tevahî cîhanê heye. Dixwazin me bixin şerekî bê dawî, divê em jî beramberî vê yekê hişyar bin.”
Bandorê li ser nexşeyê dike
Aldar Xelîl, xwedîderketina gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li Rojava silav kir û got ku xwedîderketina Kurdan li şoreşa Rojava rojên dîrokî yên Kurdistanê ye û got:’’Xwedîderketina li şoreşa Rojava bandorê li nexşeyên herêmê dike. Gelê me li ser pêyan e. Tiştekî ne normal e tevî rewşa li Rojhilat ciwan tên vir. Ciwanên Bakur xwe di ser dîwaran re avêtin. Ciwanên Başûr bi giştî gelê me xwedî li yekitiya xwe derdikeve. Ev pêngaveke dîrokî ya gelê Kurd e. Beriya niha em bi hemû partiyên siyasî re civiyan û me ji bo parastina destkeftiyan li hev kiriye.”
Serketin wê para me be
Aldar Xelîl bang li her kesî kir ku ji bo parastinê berpirsyar be û got:“Em sînorê Rojavayê Kurdistanê diparêzin. Mijar a hebûn û tunebûnê ye. Divê bajarên me van rojan her zindî bin. Divê em xwedî li koçberan derkevin. Divê tu kes li kolanan nemînin. Em hemû di nava xeterêyê de ne. Çalakiyên Kurdistaniyên li derveyî welat û parçeyên din zextek li ser êrişkaran kiriye. Niha jî hewldanên çareseriyê hene. Lê ya sereke pêşxistina xeta parastinê ye. Dubare em dibêjin em berxwedana gelê xwe silav dikin. Ji bilî berxwedanê rêyek din tune ye. Divê em berxwedana xwe mezintir bikin. Bê guman serketin para me ye.”
ANHA/EHMED SEMÎR














